Li Başûr li artêşa Tirk hate xistin: Herî kêm 2 leşker mirin

Li dijî artêşa Tirk ku Başûrê Kurdistanê dagir kiriye çalakiyek hate lidarxistin. Li gorî daxuyaniya fermî herî kêm 2 leşker mirine.

Waliyê Tirk ê li Colemêrgê Cuneyît Orhan Toprak got, li herêma Kanîreşê li dijî leşkerên Tirk çalakî hatiye kirin. Toprak diyar kir, di çalakiya çekdarî de 2 leşker hatine kuştin.

Cihê çalakiyê û bîlançoya ku rayedarên Tirk ve hate dayin, hê ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin. Kanîreşê li aliyê Metîna ye ku li nava Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Artêşa Tirk her wiha tê sûcdarkirin ku hejmara kuştiyên xwe yên di şer de vedişêre.

Hê kesî çalakî li xwe negirtiye.

13'ê Sibatê, gerîlayên HPG'ê li nêzî bajarokê Begova ya bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker a li Girê Biyê çalakiyeke berfireh kiribûn. Di encamê de 22 leşkerên Tirk miribûn, 10 jî birîndar bûbûn.