Li Atînayê ji bo Efrînê kon hate vedan

Kurdistaniyan li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn ji bo Efrînê kon vedan.

Îro li paytexta Yewnanîstan Atînayê Kurdistanî li hev civiyan û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kon vedan.

Kurdistaniyan li qada Acedemîa/Panespîstîmîoyê kon vedan û wêneyên sivîlên li Efrînê hatine kuştin, rakirin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin û daxwaza sekinandina êrîşên li dijî qanûnên navneteweyî ne hate kirin. Her wiha bêdengiya hêzên navneteweyî jî hate şermezarkirin.

Di çalakiyê de ji bo Efrînê belavok hatin belavkirin û sînevîzyon hate nîşandan.

Çalakî wê heya sibê şev bidome.