Li Şirnexê terora dewleta Tirk: 10 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnexê polîsên Tirk HDP'yî kirin hedefa xwe, bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin destgîrkirin.
Li Şirnexê polîsên Tirk HDP'yî kirin hedefa xwe, bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin destgîrkirin.
Bi çarçoweya lêpirsînekê li navenda bajêr û navçeya Hezexê polîsên Tirk terora destgîrkirinê kirin.
Li navenda Şirnexê rêveberên HDP'ê Yahya Idîn, Sînan Koluman û Sekvan Kilinç hatin destgîrkirin.
Li navçeya Hezexê avêtin ser mala endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Eraslan ku 15'ê Tebaxê hatibû destgîrkirin û vê carê hevjîna wî Gul Erarslan hate detgîrkirin.
Li Êlkê jî polîsên Tirk avêtin ser 6 cihan.
Polîsan mal serûbinî hev kirin, rêveberên HDP'ê Dîndar Cîn, Cemîl Cîn, Nûrî Cîn, Selahattîn Ataman, Agîd Çokdogan û Mazlûm Çokdogan destgîr kirin.
Li Şirnexê 15'ê Tebaxê dîsa operasyon hatibû kirin, 9 kes hatibûn berdan û 2 kes hatibûn girtin.
Her wiha 15'ê Tebaxê lşi Artûklu, Nisêbîn, Qoser, Kerboran û Stewrê 11 kes hatibûn destgîrkirin, hê payin ku Duşemê wan bibin dadgehê.