Li Şirnexê 2 kes hatin girtin, li Mêrdînê jî hejmara destgîrkirinan zêde dibin

Di serdegirtinên duh ên li Şirnex û Mêrdînê de ji kesên hatine destgîkirin 2 kes hatin girtin.

Di serdegirtinên duh ên li Şirnex û Mêrdînê de endamên Meclîsa Şaredaiya HDP’ê û endamên partiyê jî di nav de gelek kes hatin destgîkirin.

Lêpirsîna kesên hatine destgîrkirin didomin, 5 kesên li navenda Şirnexê hatin destgîrkirin piştî îfadeyên wan ên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Li Edliyeyê Fatîh Artûç, Muhammet Veysel Kandirhan û Yûnûs Nas bi daxwaza pêkanîna kontrola edlî û Abdulezîz Beytar û Huseyîn Çîftçî jî bi daxwaza girtinê sewqî Dadgah Ceza ya Sulhê hatin kirin. Dadgehê 3 kes bi şertê kontrola edlî û Baytar û Çîftçî jî bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ hatin girtin.

Endamên Meclîsa HDP’ê Hatîce Kaya û Mehmet Eraslan ên li Hezexê hatibû destgîrkirin piştî îfadeyên wan ên hatin girtin û şûnde berdan. Vahap Ozal û Îdîl Yalçinkaya yên HDP’yî îro piştî lêpirsîna li emniyetê hatin berdan.

Walîtiya Şirnexê ragihandinbû ku di serdegirtinan de 12 kes hatibûn destgîrkirin.

HEJMARA KESÊN TÊN DESTGÎRKIRIN ZÊDE DIBIN

Hate ragihandin ku li ser lêpirsîna derbarê kesên li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hatine destgîrkirin biryara veşariyê hatiye girtin. Di derbarê 2 kesan de biryara 4 rojan a destgîrkirinê hatiye girtin. Dîsa li bendêye ku kesên li Qoserê hatine destgîrkirin îro li emniyetê îfadeya wan bên girtin. Hejmara kesên li Qoserê hatine destgîrkirin tam nayê zanîn, tê payîn ku Îrfan Yakût ê li Kerboranê hatiye destgîrkirin sewqî dozgeriyê bikin. Li aliyê din di serdegirtina malan a li Taxa Yalim a navçeya Artûklû ya Mêrdînê de Yûsûf Abûkan hate destgîrkirin, di derbarê birayê wî Vedat Abûkan de jî biryara destgîrkirinê hatiye girtin.

Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî hejmara kesên hatine destgîrkirin 11 ne.