Li Şedadê li hemberî dewleta Tirk meşek hate lidarxistin

Bi sedan kesên ji navçeyên başûrê kantona Hesekê li hemberî dewleta Tirk meşiyan.

Xwepêşandan ji Qada Giştî ya Şedadê ber bi Qada Rêber Ocalan a navçeyê ve dest pê kir. Xwepêşandêran pankartên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên Hêzên Sûriyeya Demokratîk bilind kirin.

Meş li Qada Rêber Ocalan veguherî mîtîngê.

Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Ela El-Selûm êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser welatiyên Kobanê û herêmên Til Temir û gundewarên Zirganê şermezar kir.

Ela El-Selûm got: "Ev êriş wê îradeya me ya berdewamkirina rêya têkoşînê qels neke."

Endama Mala Jin ya navçeya Şedadê Umeye El-Werdî jî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir. Umeye El-Werdî bang li rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî kir ku helwesteke cidî nîşan bidin û zextê li dagirkeriya Tirk bikin da ku van sûcan rawestîne.

Endamê Saziya Ewqaf a Şedadê Ehmed El-Esed jî piştrast kir ku armanca van êrişan lawazkirina projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.