Li Şamê bi hezaran kes ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Li taxa Zorava ya Şamê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.

Li taxa Zorava ya paytexta Sûriye Şamê, bi hezaran kes daketin qadan û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û berxwedana Efrînê silav kirin.

Di çalakiyê de nûnerên TEV-DEM'ê, PYD û Saziya Malbatên Şehîdan axivîn.

Qisekeran gotin, bi felsefeya Ocalan gelê Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê serketinên mezin bi dest ve anîne. Her wiha diyar kirin ku gelê Rojava destekê dide berxwedana Efrînê û şervanên QSD'ê.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Serdemê" û "Bijî Serok Apo" qediya.