Li Îzmîrê Nobeta Edaletê di roja 79’an de didome

Li Îzmîrê Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyan dabûn destpêkirin di roja 79’an de didome. Malbatan diyar kirin heta ku daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin.

Ji bo ku girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan, malbatên girtiyan di 12'ê Sibatê de dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatan îro li ber Edliyeya Îzmîrê çalakiya xwe berdewam kirin. Rêxistina HDP'ê ya navçeya Alîaga û Platforma Ji Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş re Azadî serdana malbatan kirin.

Hevseroka HDP'ê ya Navçeya Alîgagaya Îzmîrê Gul Ekîcî got, "Hevalên me yên ku em bi wan re hevdîtina vekirî dikin, dibêjin ku ew di qawîşên ji bo 15 kesî de 37 kes dimînin. Girtîgeh bûne êşkencexane. Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û bên dermankirin."

Dayika girtiyê nexweş Medet Sever ê ku li Girtîgeha Tîpa T- Hejmar 1 dimîne Hanim Sever, got ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin û got "Em vê rewşê qebûl nakin.  Bila êdî li girtîgehan girtî nemirin. Bila daxwaz bên bicihanîn. Heta ku daxwazên me bên bicihanîn em ê çalakiyê bidomînin. Her ku em  dibêjin aştî ew şer dixwazin. Êdî sebra me nema."