Lêgerîna edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 116’emîn de ye

Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar ku li ber wezareta dadê didomîne di roja 116’emîn de berdewam dike. Parlameterên DEM Partiyê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

EMÎNE ŞENYAŞAR

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di roja 16’emîn de didome. Lê wek her tim îro jî deriyên wezaretê li malbata Şenyaşarê hat girtin.

Parlamenterên DEM Partiyê Îbrahîm Akin, Mîthat Sancar û Cengîz Çandar çûn serdana malbatê. Emîne Şenyaşar li vir axivî û da zanîn ku ji ber ji wan ditirsin derî li wan digirin û got, bila kurê wê berdin ew jî ji vir biçe.

Li aliyê din jî çalakiya Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 37’emîn de berdewam kir.