Kurkçu yê HDP'yî wê bi Syrîza re hevdîtinê bike

Ertûgrûl Kurkçu yê HDP'yî ji bo 8. Festîvala Berxwedanê ya Navneteweyî hat vexwendin. Kurkçu wê di serdana Atîna de bi rayedarên Syrîza re jî hevdîtinê bike.

Serokê Rûmetî yê HDP'ê û Parlamenterê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, weke vexwendiyê Syrîza, ji bo rûniştina roja dawî ya Festîvala Berxwedanê ya Navneteweyî de axaftina vekirinê bike, wê biçe paytexta Yewnanîstan Atînayê.

Kurkçu di dema serdana xwe ya li Atîna de wê bi parlamenter û rayedarên Syrîza re li ser hevkariya dema pêş a her du partiyan, hevdîtinê bike.

GELEK RÊBERÊN SIYASÎ WÊ AMADE BIN

Di 8. Festîvala Berxwedanê ya 19-21'ê Hezîranê de, wê ji Ewropa û Derya Spî nûnerên gelek partiyên siyasî û pêşengên tevgerên pêşverû amade bin. Di nava vexwendiyên îsal ên festîvalê de, tevî Kurkçu Cîgirê Serokdewletê Bolîvyayê Alvaro Garcia Linera, Nivîskarê Marksîst ê Brîtanyayî û Rexnegirê Siyasî Tarik Alî, Aborînasê Misirî yê Marksîst Samîr Amîn, ji Eniya Gel a Tûnisê Mûna Matharî jî hene.

Di nava qisekerên festîvala par de Aleksîs Çîpras (Syrîza, Yewnanîstan), Pablo Îglesîas (Podemos, Spanya) û senator Trevor O' Clcohartaîgh (SINN FEIN, Îrlanda) hebûn.

Kurkçu wê di 21'ê Hezîranê roja Yekşemê saet di 19:30 de bi Mûna Matharî re, li ser pirsgirêk û derfetên çareseriyê yên herêma Derya Spî-Rojhilata Navîn, axaftina vekirinê ya rûniştina bi serenavê "Taxa me ya di navbera Bêhêvîtî û Hêviyê de" bike.

Kurkçu wê berî û piştî rûniştinê bi endamên Komîteya Navendî, parlamenterên Syrîza û delegasyona HDP'ê ya li Yewnanîstanê re hevdîtinê bike, mijarên di rojevê de binirxîne û bersivê bide pirsên rojnamevanan.