Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan

Li gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrînê meşiyan.

Li gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Efrînê meşiyan.

GOTEBORG: Li bajarê Goteborg ê Swêdê, li meydana Gotaplatsenê xwepêşandanek hate lidarxistin. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne" vekirin û dirûşmên "Dewleta Tirk ji Efrînê bicehime", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Efrînê", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" qîriyan. bi navê Komîteya Rojava ya Goteborgê Jakop Selander axivî û bi bîr xist ku YPG/YPJ'ê derbeke mezin li DAÎŞ'ê xistin û bi vî rengî alîkariyeke mezin dane aştiya cîhanê û mirovahiyê. Sselander işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina destketiyên Kurdan kir û got, "Swêd, Yekîtiya Eworpa û Neteweyên Yekbûyî ku li pêşberî êrîşên li ser Efrînê bêdeng in, hevparê sûcê Tirkiyeyê ye." Selande destnîşan kir ku piştgiriya wan a bi YPG/YPJ'ê re wê heta serketinê bidome.

SKOVDE: Li bajarê Skovde yê Swêdê, Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan û li gel pankartan wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin û alên YPG/YPJ'ê hildan. Bi navê Şaxê Skovde yê Partiya Çep axaftin hate kirin û daxuyaniya lîderê Partiay Çep Jonas Sjostedt hate bibîrxistin ku xwestibû Parlamenta Swêdê mijarê bixe rojeva xwe û ji bo rawestandina êrîşan Swêd bikeve nava hewldanan.

15'Ê SIBATÊ LI 3 BAJARÊN NORWÊCÊ HATE ŞERMEZARKIRIN

Li sê bajarên Norwêcê ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê û piştgiriya Efrînê çalakî hatin lidarxistin.

OSLO: Girseya gel a li ber stasyona trenê ya paytext Osloyê li hev civiya ber bi avahiya Wezareta Karên Derve ve meşiya. Di çalakiyê de li dijî komployê dirûşm hatin qîrîn û daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan hate kirin. Çalakgeran her wiha nerazîbûn nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî êrîşên li ser Efrînê hate nîşandan.

LÎLE HAMMAR: Li bajarê Lîle Hammarê jî bi heman armancê meşek hate organîzekirin. Di meşê de wêneyên sivîlên li Efrînê hatin kuştin hatin hildan. Komplo û tecrîda li ser Ocalan jî hatin şermezarkirin û daxwaza azadiya wî hate kirin.

TONSBERG: Nêzî 300 kesên li bajarê Tonsbergê li hev civiyan, komploya 15'ê Sibatê û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Çalakî li navenda bajêr pêk hat û bang li hêzên navneteweyî hate kirin ku li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi hezaran kes ji bo Ocalan û Efrînê meşiyan. Ev çalakî piştî meşa dirêj a sê rojan pêk hat. Bi sedan kesên ji bajarê Martîgûesê ji bo azadiya Ocalan bi rê ketin, roja Înê gihîştibûn Marsîlyayê. Roja şemiyê jî bi meşeke ku bi hezaran kes lê amade bûn, komplo û êrîşên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Çalakî li meydana Vîeûx-Portê bi mîtîngê qediya.

ORLEANS: Li bajarê Orleans ê Fransayê, rêxistinên çep ên Fransayê ji bo piştgiriyê bidin gelê Kurd meşek organîze kirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin û piştgirî ji gelê Kurd re hate dayin.