Kurdên li Venedîkê; Hûn nikarin televîzyonên me bigirin!
Kurdistaniyên li Venedîkê ji bo ku xwedî li televîzyonên xwe derbikevin, çalakiyek lidarxistin.
Kurdistaniyên li Venedîkê ji bo ku xwedî li televîzyonên xwe derbikevin, çalakiyek lidarxistin.
Kurdistanî li pêş avahiya Rai Tv a ku li bajarê Venedîk a Îtalyayê li hev civiyan. Kurdistaniyan AKP û Eûtelsat protesto kirin ên ku dixwazin televîzyonên Kurdî bigirin.
Di axaftinên ku di çalakiyê de hatin kirin de bal hat kişandin ser televîzyonên Ronahî Tv, News Channel û Stêrk Tv û hat gotin ku ew dengê berxwedana gelan in.
Di çalakiyê de pankarta ku bi Îtalî li ser wê 'Eûtelsat nikare qenalên Kurdî bigire’ hat vekirin û êrîşên li ser Şengal û Rojava hatin protesto kirin.
Di çalakiyê de sloganên ‘Vîva Ocalan’ û ‘Vîva Kurdistan’ hatin berzkirin.