Kurdên li Ermenîstanê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Li gundê Dêrikê yê navçeya Elegez a Ermenîstanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li gundê Dêrikê yê navçeya Elegez a Ermenîstanê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Bi pêşengiya Komîteya Kurdistanê şêniyên 11 gundên Kurdan li gundê Dêrikê yê Elegezê civiyan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Kurdistaniyan alayên PKK’ê, KCK’ê û Yekîtiya Federasyona Êzîdiyan, posterên Ocalan hildan û dirûşmên bi naveroka şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan berz kirin.

Li ser navê Komîteya Kurdistanê Davût Karasû di çalakiyê de axivî û got, "Kurdên Ermenîstanê tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin. Karasû diyar kir ku Ocalan rêberê gelan, aştiyê, azadiyê û Rojhilata Navîn e. Karasû diyar ki ti hêzek nikare pêşî lê bigire ku ramana Ocalan li belav bibe û bang li raya giştî û dewletên cîhanê kir ku li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û zextê li ser dewleta Tirkiyê bikin da ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."

Piştî Karasû Seroka Komîteya Kurdistanê Jinîka Qadir axivî. Qadir jî tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got ti caran gelê Kurd tecrîda li ser Rêberê xwe qebûl nake.

Li ser navê Meclîsa Şengalê jî Silo Durboyan axivî. Durboyan tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got, "kesek nikare roja me tarî bike." Durboyan bang li civaka Tirk kir ku li dijî kirinên dewleta xwe rawestin û nehêlin dewleta Tirk vê helwesta xwe bidomîne. 

Herî dawî Gurkê Îslam axivî û got, "Ez bang li hemû gelê Kurdistanê dikim, îro roja tifaqê ye. Divê her kes ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ser piyan."