Hikûmeta Iraqê ji bo 36 balefirên F16 yên ji DYA’yê kiriye, zû werbigire zextan li DYA’yê dike. Lê rêveberiya Washingtonê naxwaze di demek ewqas zû de balefiran bide hikûmeta Malikî ya bi Kurdan û Suniyan re pirsgirêkên wan hene û artêş di destê wê de ye. Kurd jî vê peymana çekan nerehet in.
Herî zêde Kurd nerazîbûn nîşanî peyaman kirîna balefiran a bi şîrketa Lockheed Martin hat morkirin re didin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hewldanên Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî weke dîkdatorî bi nav kiribû û li hemberî peymana çekan derketibû
Li gorî agahiyên ji Washingtonê tên, tê diyarkirin ku guman heye ku ev balefirên F16 di şerên navxweyî de bêne bikaranîn.
Lê hikûmeta Iraqê, di çarçoveya peymanên berê de dest bi nûjenkirina artêşê kir. Heta îro, pêwîstiyên weke fuze, sîstemên radaran û amûrên din ên leşkerî yên artêşa Iraqê, ji aliyê DYA’yê ve tên pêkanîn.
Ji ber dê di sala pêşiya me de 450 milyar dolar pere ji pereyê ji bo bûtçeya parastinê ya DYA’yê were birîn, şîrketên çekan çêdikin, dê neçar bimînin ku çekan bifiroşin welatên derve.
Yek ji bikirên herî girîng ên van çekan hikûmeta Bexdayê ye. Tê diyarkirin ku dê hikûmeta Bexdayê ku weke mutefîka DYA’yê tê zanîn, di sala pêş de bihayê 10 milyar dolar çek bikire.
Di nava şîrketên ku hikûmeta Iraqê pêre peymanên çekan mor kiriye de Boeing, Northrop-Grumman General Electric, BAE, Raytheon û e Goleta hene.
Di meha tîrmeha borî de hikûmeta Iraqê ji bo 4 sixûrên hewayî bi şîrketa Goodrich a DYA’yê re peymanek bi bihayê 71,5 milyon dolarî mor kir.
Hikûmeta Iraqê di meha adarê de jî, ji bo bicihkirina sîstemeke radarê li Iraqê, bi şîkerta Northrop Grumman bihayê 87,8 milyonî peymanek mor kir.
Bexda, her wiha 100 fuzeyên ji hewayê bo hewayê yên AIM-9L/M û 150 fuzeyên ji erdê bo hewayê yên AIM/M/H Sparrow dikire.
Hikûmeta Malikî, di îlona borî de 18 û di berfanbarê de jî 18, bi giştî 36 balefirên şer ên F16 ji DYA’yê spîraş kiribû.
Li gorî planên hikûmeta Bexdayê, divê 36 balefirên F16 Hêzên Hewayî, heta salên 2014-15 dest bi xebatê bikin. Pîlotên Iraqî dê di vê demê de ji aliyê DYA’yê ve bêne perwerdekirin.
Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê naxwaze çekên nûjen ji bo artêşa Iraqê ya di bin kontrola hikûmeta Malikî de bê dayîn. Kurdan di vê mijarê de li Washington û Parîsê dest bi xebatên bi bandor ên lobiyan kirin û lê heta niha negihiştine encamekê.
Hikûmeta Kurdan ji DYA’yê dixwaze ku an firotine çekan bo Iraqê dereng bihêle, an jî çekên giran bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî.