Kurd-Akad dest bi dayina xelata zanistên ciwan dike
Tora Akademîsyenên Kurd (Kurd-Akad) ragihand ku wê êdî Xelata Zanistên Ciwan jî belav bikin û ji bo vê pêşbirkê banga tevlîbûnê kir.
Tora Akademîsyenên Kurd (Kurd-Akad) ragihand ku wê êdî Xelata Zanistên Ciwan jî belav bikin û ji bo vê pêşbirkê banga tevlîbûnê kir.
Tora Akademîsyenên Kurd (Kurd-Akad) sala 2009'an ji bo Hîndekar û Akademîsyenên Kurd li nava tevnekê de li hev bicivîne ava bû.
Kurd-Akadê dest bi dayina xelatên zanistiyê jî kir û di vê çarçoveyê de yekem xelata xwe, sala 2017'an bi navê 'Xelata Rûmetê ya Taybet' da gotarên zanistî û xebatên giranbuha yên civakî.
Komîteya Radestkirina Xelatê ya Kurd-Akadê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku wê êdî ji bo zanistên ciwan jî her sal xelatê bidin. Komîteyê diyar kir ku xelata ji bo zanistên ciwan ê îsal dest pê bike.
Komîteyê ragihand ku ev xelat wê ne tenê ji bo ciwanên Kurd, her wiha ji bo ciwanên ji neteweyên cuda jî ji ber karê xwe yê zanistiyê yên serketî bê dayin.
Di daxuyaniyê de işaret bi şertên tevlîbûnê hate kirin û hate gotin, "Kesên ku ji bo xelata zanyarên ciwan tên hilbijartin, divê lîsansa xwe ya bingehîn bi dest xistibin. Piştî teza xwe ya doktorayê divê xwedî tecrûbeya 2 salan a kar be."
Komîteyê ji beşdaran xwest ku biyografiya xwe, li gel sedema xwe ya tevlîbûnê bi rengekî nivîskî bişînin vê emailê: [email protected]
Komîteya Radestkirina Xelatê ya Kurd-Akadê bi bîr xist ku dema dawî ya serlêdanê 15'ê Îlona 2018'an e û destnîşan kir ku deriyê wan ji her kesî re vekiriye.