Kontrayan kesekî din jî bi giranî birîndar kirin

Li Amedê, kontrayan li pêş çavên polîsan gule berdan paş stuyê welatiyê bi navê Fetîh Cînakilli. Cînakilli bi giranî birîndar bû.

Piştî semta Şehîtlîk a Amedê, kontrayên li pêş çavên polîsan bi çekan digerin, gule berdan kesekî din.

Komên kontra yên gule berdan sînga Baraym Dagtan, serê Bayram Ozelçî û Emîn Ensen, duh bi şev saet di 01:00 de gule berdan paş stuyê welatiyê bi navê Fetîh Cînakilli.

Kontrayan li ber firina Deriyê Qesrê yê Navçeya Sûrê gule berdan Cînakilli yê 40 salî. Cînakilli yê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Tê gotin ku rewşa tenduristiya Cînakilli xetere ye.