KONGRA-GEL: Dewleta Tirk hildiweşe!

KONGRA-GEL Cejna Vejînê 15'ê Tebaxê pîroz kir û diyar kir ku dewleta Tirk ketiye pêvajoya hlweşînê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çareserî bi azadiya Ocalan dibe.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di destpêka daxuyaniyê de salvegera 34'an a Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşerên azadiyê, gelê Kurd û mirovahiya pêşverû hate pîrozkirin.

'BÛ HÊZA BINGEHÎN A DEMOKRATÎKBÛNA HERÊMÊ'

Di dewama daxuyaniyê de, di şexsê fermandarê mezin Mahsûm Korkmaz (Egîd) de hemû şehîdên pêngava 15'ê Tebaxê bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.

Dîwana Hevserokatiyê destnîşan kir ku berxwedana bi ruhê 14'ê Tîrmehê li zindana Amedê li dijî faşîzma 12'ê Îlonê dest pê kir, bi pêngava 15'ê TebaxAê re bi ruhê serketinê hate tacîdarkirin û got, "Yên ku bi ruhê serketinê li ber xwe dan bi ser ketin. Generalên faşîzma 12'ê Îlonê negihiştin armanca xwe.

Ev ruhê serketinê yê şoreşgerî ku Rêber Apo afirand, weke ruhê azadiyê yê gelê me ji nava Kurdistanê derket û xwe gihand gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiya pêşverû. Di şerê sêyemîn ê cîhanê de ku niha li Rojhilata Navîn diqewime, pêşengên milîtan ên xwe bi vî ruhî xemilandine, weke temînata paşeroja azad a gelên me bûne hêza bingehîn a demokratîkkirina herema me."

'DEWLETA TIRK HILDIWEŞE'

Di daxuyaniya KONGRA-GEL de hate ragihandin ku dewleta faşîst a Erdogan-Bahçelî ji bo tinekirina destketiyên herêmî yên gelê Kurd hemû derfet û çavkaniyên dewletê bi kar tîne û hate gotin, "Lê belê van polîtîkayan nekarî berxwedana demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bişikîne. Ji ber van polîtîkayan Tirkiye ji hal ketiye û aboriya wê li ber îflasê ye. Gelekî zehmet e ku Erdogan û sîstema wî ya dewleta mafya ya faşîst û tekparêz ji binê vê hilweşîna aborî rabin.

Sîstema dewleta faşîst a ku xwe dispêre înkar û tinekirina Kurdan, êdî ketiye pêvajoya hilweşînê. Pêwîste hemû hêzên Kurdistanî vê pêvajoya fînalê pêşwazî bikin û bi berpirsyariyeke hevpar tevbigerin."

'CIHÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE'

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e û got, "Hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê divê baş bi vê zanibin ku çavkaniya bingehîn a krîz û kaosa li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Heta ku tecrîdkirin û dîlgirtina Birêz Ocalan bidome, nepêkan e ku pirsgirêk çareser bibin. Çareserî geşkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo temînata azadiya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn e."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, jin û ciwanan, hemû hêzên demokrasiyê û azadîxwaz hate kirin ku ji bo sala 35'an a pêngava 15'ê Tebaxê bikin saleke encamgir, bi xurtî tevlî nava refên têkoşînê bibin.