Konfederasyona Astengdaran serdana HDP’ê kir

Konfederasyona Astengdaran, çû serdana HDP’ê û got: “Em, nêzîkatiyên HDP’ê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi heyranî û mereq dişopînin.”

Şandeya ji Serokê Konfederasyona Astengdaran Mûstafa Ozsaygi û desteya birêvebir a konfederasyonê pêkhatî, serdana Navenda Giştî ya HDP’ê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Alîkar Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tûncer Bakirhan û Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar, şande pêşwazî kir.

Ozsaygi, got ku wan serdana partiyên di meclîsê de xwedî kom in, kiriye û ew vexwendine, HDP’ê jî negotiye na û çûye serdana wan.

Ozsaygi diyar kir ku ew xebatên HDP’ê yên di der barê astengdaran de û pêşniyazên wan ji bo çareseriyê bi heyranî û mereq dişopînin.”

‘POLÎTÎKAYA LİTÛFÊ…’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî bi kurtasî ev tişt anîn ziman:

“Em wek partî, polîtîkaya qewînkirina cihê xwe wek, rûdana bîrdoziya fermî dibînin û red dikin.

Rêya çareserkirina pirsgirêkên berastengan bi têkoşîna hevpar û welatîbûyîna bi wekhevî ye. Desthilatdarî heqnenas e, bi polîtîkaya litûfê hewil dide ku pirsgirêkan bir ê ve bibe.

Em xemgîn in ku partiyên din jî ne dûrê vê ferasetê ne. Çareserî, bi têkoşîna hevpar a yên bindest û neheqî li wan dibe mimkûn e. Em amade ne ku bi we re di vê çarçoveyê de divêtiyên têkoşîna hevpar bi cih bînin. Li şûna ku em li ser navê pêkhateyên civakê biaxivin, em guhdarîkirina li wan ji xwe re dikin esas.”