
Komkujiya Sêwasê wê di salvegera 23. de li bajarê Bergîsche Gladbach ê Elmanyayê bi awayekî girseyî were protestokirin. Komîteya amadekar a mîtîngê banga tevlîbûna li çalakiya 4'ê Tîrmehê roja Şemiyê kir.
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Sêwasê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bergîsch Gladbach û Navenda Çand û Perwerdeyê ya Koçgirî ya Bergîsch Gladbachê, mîtîngeke hevpar organîze dikin.
Serlêdana ji bo meşê, bi hinceta ku bajar biçûk e û dibe ku ji aliyê ewlekariyê ve pirsgirêk rû bidin, ji aliyê rayedaran ve hat redkirin. Komîteya amadekar di encama danûstandinan de biryar da ku li şûna meşê, mîtîngê li dar bixe.
Di çarçoveya biryara hevpar a her du saziyan de wê di 4'ê Tîrmehê rja Şemiyê saet di 15:30 de li Konrad- Adenauer Platz Bergîsch Gladbachê mîtîng were lidarxistin.
Komîteya amadekar a ji her du saziyan bang tevlîbûneke xurt a li mîtîngê kir û got, "Di serî de komkujiya Sêwasê ji bo lanetkirina hemû komkujiyan em bang li civata xwe ya Elewî, gelên Kurdistanî û Tirkiyeyê dikin ku tevlî mîtîngê bibin."