Komîteya Berxwedana Efrînê ya Navneteweyî li Berlînê ava bû
Gelek kom li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan û ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê Komîteya Berxwedana Efrînê ya Navneteweyî ava kirin.
Gelek kom li paytexta Elmanya Berlînê li hev civiyan û ji bo destekê bidin berxwedana Efrînê Komîteya Berxwedana Efrînê ya Navneteweyî ava kirin.
Efrîn li dijî êrîşên giran û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe dide. Ji bo mezinkirina piştgiriya ji bo Efrînê li paytexta Elmanya Berlînê komîteyek ava bû. Komîte bi biryara hevpar a komên dijberên şer, aştîxwaz, antî-faşîst, çep û demokratîk ava bû û wê xwepêşandanên ji bo Efrînê werin lidarxistin koordîne bike.
Pêkhateyên komîteyê ragihandin ku êrîa li ser Efrînê êrîşa li dijî hemû hêzên demokratîk ên li gelemperiya cîhanê ye û işaret bi girîngiya yekîtiya hêzê ya di vî warî de kirin.
Komîteyê hêzên YPG/YPJ û QSD'ê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin silav kir û destnîşan kir ku parastina Efrînê wezîfeya tevahiya mirovahiyê ye.
Komîte, wê xwepêşandan û çalakiyên li paytexta Elmanya Berlînê bi lez û bi bandor bi rêxistin bike. Çav li rê ye ku komîte hefteyekê carekê li hev bicive û bernameya çalakiyan diyar bike.