Komîteya Amadekar: Bi sed hezaran kes Imralî destnîşan kirin

Komîteya Amadekar got Newroza Amedê ji bo çareseriyê tiliya xwe bi Imraliyê ve kiriye û li gel hemû astengkirina jî bi sed hezaran kest hatine Newrozê.

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê li avahiya bajêr a Amedê ya HDP'ê daxuyaniyeke nivîskî da. Seroka Komîteyê Garîp Kandemîr got, ''Peyamên me gihaştin cîhanê. Rayedarên dewleta Tirk û gelan peyama me stand. Newroz li xwe xwedîderketina Kurdan e, tifaq  e û cejn e. Qada Newrozê ya Amedê ji gelek tiştan re bû bersiv.''

'LI GEL ASTENGIYÊN ZÊDE JÎ'

Kandemîr got roja Newrozê li gel zext û zordariyên dewleta Tirk jî bi sed hezaran kes ber bi qada Newrozê ve herikîne li dijî yên ku koletiyê ferz dikin, weke ku bi hezaran sal in, didome, gel ber bi Newrozê ve herikiye û domand, ''Gelê me wê koletiyê qebûl neke, qada Newrozê qada berxwedanê ye.''

SPASÎ

Kandemîr malavayî li partî, sazî û dezgehên netewî û navnetewî kir ji bo ku tevlî Newrozê bûne û got, ''Li dijî polîtîkayên ku siyaseta Tirkiyê dixitimînin helwesta gel derkete holê. Dema ku pêvajo dixitime wateya Newrozê derdikeve holê.''

''PEYAMA 'ÇARESERÎ IMRALÎ YE' HATE DAYIN''

Kandemîr bal kişande ser peyamên ku ji qada Newrozê hatine dayin û got, ''Di rewşeke derasayî de bi sed hezaran kes hatin cem hev û ji qada Newrozê peyam hatin dayin. Peyam hate dayin ku siyaseta xitimî ya li Tirkiyê were vekirin. Her wiha hate gotin krîza li Kurdistanê, Tirkiyê û Rojhilata Navîn krîzeke siyasî ye û çareseriya vê Girava Imraliyê ye. Ev 4 sala in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin, ev 4 sal in şer heye. Ji bo ku ev bi dawî bie divê deriyên Imraliyê vebin. Bi sed hezaran kesî ev peyam a. Hate gotin, nêzîktêdayina nehiqûqî ya li Imraliyê divê bi dawî bibe. Qada Newrozê Kurdistanî bû. Li dijî wan ên ku dixwazin zarokên vî gelî ji vê xakê dûr bixin, hate gotin ew ji vê cografayayê dûr nakevin. Em li vir in, bi deverekê ve naçin. Ê ku dixwaze bila biçe.''