KOMAW'ê şehîdên Gulanê bi bîr anî

KOMAW'ê di şexsê Mehmet Karasungur, Hakî Karer, Ozan Mizgîn de hemû şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin meha Gulanê ji bo kedkarên kedê, têkoşînê, çîn û kedkarên cîhanê meheke hevpar e û hate gotin,''Meha Gulanê her wiha ji bo têkoşîna netewîya Kurd weke Meha Şehîdan derbasî dîrokî bûye. Nexasim vê mehê, zarên Kurd ên leheng hene ku mohra xwe li serdemê dane, bûne sembol û şehîd. Yek ji van jî Mehmet Karasûngur e, ji bo yekîtiya netewî têkoşiyaye û di vê rêyê de şehîd bûye. Di hewldanên dagirkirin û komkujiyên dewleta Tirk de yên li ser Başûrê Kurdistanê tê dîtin bê ka ev hewldane çendî girîng e. Aşkere ye ku yekîtiya netewî çendî girîng e.''

Vê mehê her wiha leheng Hakî Karer jî şehîd bûye. Heval Hakî guh nedaye nîjat, dîn, mezheb, neteweyê bi rihekî enternasyonelîst û şoreşger têkoşiyaye, ji bo têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê û Tirkiyê Bûye bîrdariya rêber şoreşger.''

KOMAW'ê Hozan Mizgîn jî bi bîr anî û got bi xebatên qada hunerî bûye mamosteyek, peyam daye ku berpirsyariya hunermendan ti têkoşîna demokrasî û azadiyê de heye.
 
KOMAW'ê herî dawî got şehîd li hemû qadên jiyanê bi wan re ne, ji ber ku ew pêşeng in ku hayveynê rih, hiş û ramanê dane wan, her qadê ew deyndarê wan in û di şexsê şehîdên Gulanê de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anî.