Koma ji Mannheîmê 'Nobeda Azadiyê' didomîne
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê meşandin, di hefteya 231. de ye. Kurdistaniyê ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê vê hefteyê nobedê digirn.
Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê tê meşandin, di hefteya 231. de ye. Kurdistaniyê ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê vê hefteyê nobedê digirn.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî', ku li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve heftê heft rojan bê navber dewam dike.
Ji roja Yekşemê û vir ve nobed ji aliyê endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Mannheîmê Marûf Tekîn, Mûstafa Yildiz, Halîl Yucel û Şero Efrîn ve tê girtin.
BI ZIMANÊN ELMANÎ, EREBÎ Û FRANSÎ AGAHÎ TÊ DAYÎN
Berdevkê koma ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê Marûf Tekîn bal kişand ser eleqeya ji bo çalakiyê û got, endamên komê bi zimanên Elmanî, Fransî û Erebî li ser çalakiyê agahiyan didin. Tekîn da xuyakirin, Kurdistaniyên li Strasboûrg û derdora wê dijîn, tên serdana wan û piştgiriyê didin wan.
'EM Ê JI BO SEROKÊ XWE HETA BI HETAYÊ NOBEDÊ BIGIRIN'
Berdevkê komê da zanîn, ew êdî nikarin xwe li dîlgirtina Rêberê xwe rabigirin û got, "Ji bo Rêberê me, pêwîstî pê hebe em ê heta dawiya emrê xwe nobedê bigirin, çalakiyê lidar bixin. Ji bo azadiya wî, em ê li her derê li ser piyan bin."
Çalakgeran dan xuyakirin ku azadiya Ocalan û ya gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne û li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê banga berxwedana bi hev re li gelê Kurd kirin.
JI BO ŞIRNEX Û BAJARÊN DIN BANGA PIŞTGIRIYÊ
Çalakgeran her wiha xwestin, piştgirî ji Şirnexê û bajarên din ên ji aliyê faşîzma AKP/Qesrê ve hatin xerakirin, bê dayîn. Nobedaran gotin, "Bajar ji aliyê fîzîkî ve tine kirine. Lê belê wê nikaribin bajarên Kurdistanê yên di dilê me de ne tine bikin.
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ev 4 sal û 5 meh in bê navber dewam dike.