KNK: Hesabê jenosîda Dersîmê divê ji dijmin bê pirsîn

KNK'ê Qirkirina Dersîmê di salvegera 80. de bi tundî şermezar kir û got, "Jenosîda Dersîmê nayê jibîrkirin û divê neyê jibîrkirin."

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya salvegera 80. a Qirkirina Dersîmê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Berî 80 salan, ji heft heyvî heta 70 salî xelkê Kurd li Dersîmê hate qirkirin. Komkujiyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dersîm û Dersîmiyan hate anîn."

KNK'ê bibîr xist, ku 4'ê Gulana 1937'an, bi biryara fermî ya dewlet û hikumeta Tirk, êrîşeke mezin a leşkerî bi armanca jinavbirina gelekî hate kirin û wiha dewam kir: "Dewlet û hikumeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî ji erd û esmanan êrişî Dersîmê kir. Bi hezaran Dersîmî kuştin, hin jî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koç kirin û bi rê ve telifandin. Qirkirineke, jenosîdeke fermî bi biryara dewlet û hikumetê, bi belge hatekirin. Tiştekî wisa li ti devera cîhanê nehatiye dîtin. Ya ku dewlet û hikumetaTirk bi serê xelkê Kurd li Dersîmê anî ti dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dersîmê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tûncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti carî ji bîr nakin û divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin, di hiş û bîrên xwe da adeta bikolin ku ti caran jê neçe."

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"KNK di 4'ê Gulanê de vê jenosîda bi serê xelkê me li Dersîmê hatiye anîn, piştî 80 salan jî bi hemû hêza xwe ve careke din şermezar dike. Berpirsiyarên dewlet û hikumeta xwînxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtiya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş ê dîroka bi xwîn a dewlet û hikumeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj de divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî de biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin.

Hesaba jenosîda Dersîmê divê ji dijmin bê pirsîn.

Jenosîda Dersîmê nayê jibîrkirin, divê neyê jibîrkirin."