KNB ji bo Nûrî Tadares peyama sersaxiyê weşand

KNB’ê ji bo endamê Desteya Rêveber a KNB’ê Nûrî Tadaras ê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. KNB ji bo Tadaras got: “Di nav têkoşînê de bi fedakarî û çalakbûna xwe dihat naskirin.”

KNB’ê ji bo endamê Desteya Rêveber a KNB’ê Nûrî Tadaras ê jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. KNB ji bo Tadaras got: “Di nav têkoşînê de bi fedakarî û çalakbûna xwe dihat naskirin. Piştî ji bo endamtiya Desteya Rêveber a KNB’ê hat hilbijartin jî, di nav xebatên rêveberî û saziyê yên li qadê cih girt, di nav şert û mercên herî zehmet de û tevî hemû zextan jî ji dilsoziya xwe ya têkoşînê re tawîz neda.”

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (KNB) ku daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “Hevalê me Nûrî Tadares di encama nexweşiya pençeşêrê de, li Elmanyayê 17.06.2015’an wefat kiriye. Heval Nûrî yek ji hevalên bi qedr û qîmet ê li Sûriyeyê bi sempatî nêzî têkoşîna me bû û li qada pratîk gelek wezîfe bi awayekî layiq bi cih anî. Di nav têkoşînê de bi fedakarî û çalakbûna xwe dihat naskirin. Piştî ji bo endamtiya Desteya Rêveber a KNB’ê hat hilbijartin jî, di nav xebatên rêveberî û saziyê yên li qadê cih girt, di nav şert û mercên herî zehmet de û tevî hemû zextan jî ji dilsoziya xwe ya têkoşînê re tawîz neda. Lê belê ji ber nexweşiya pençeşêrê ji bo tedawiyê ku demekê li Tirkiyeyê ma, piştî têkildarî tedawiya wî ti encam nehat girtin, neçar ma derkeve Ewropayê. Rewşa Heval Nûrî ya tenduristiyê di pêvajoya tedawiyê de ji nêz ve hat şopandin. Heval Nûrî wê timî wek hevalekî xwedî taybetiyên welatparêz û kedkar di têkoşîna me de bê bîranîn.

Em ji bo heval Nûrî rehmê ji bo zarok, malbat û hevalên wî yên têkoşînê sersaxiyê dixwazin.”