Keskîn: Nîqaşên li ser îdamê pûç in

Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn destnîşan kir ku nepêkan e îdam li Tirkiyeyê bê vegerandin û got, nîqaşên li ser îdamê nîqaşên pûç in.

Hevseroka ÎHD'ê hiqûqnas Eren Keskîn destnîşan kir ku vegerandina cezayê îdamê li Tirkiyeyê wê were wateya; dervehiştina li cîhana rojava û avêtina ji nava Konseya Ewropayê. Keskîn got, "Di rewşeke wiha de ku buhayê Dolar zêde bûye, bifikirin bê vegerandina cezayê îdamê wê rê li ber çi veke."

Eren Keskîn ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku nîqaşên li ser îdamê tên kirin ji bo xapandina raya giştî ye. Keskîn destnîşan kir ku nepêkan e cezayê îdamê li Tirkiyeyê bê vegerandin û got, Tirkiyeyê beriya bi salan mohra xwe danî binê protokola zêdekirî yıa Konseya Ewropayê û cezayê îdamê ji rojeva xwe derxist. Keskîn wiha dewam kir: "Eger Tirkiye dixwaze xwe bi temamî ji cîhana rojava vegire û ji Konseya Ewropayê were avêtin, wê çaxê wê cezayê îdamê bîne."

Keskîn got, "Di rewşeke wiha de ku buhayê Dolar zêde bûye, bifikirin bê vegerandina cezayê îdamê wê rê li ber çi veke" û anî ziman ku Tirkiye nikare vê bide ber çavên xwe. Keskîn da xuyakirin ku tevlîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li nîqaşên li ser îdamê tê wateya berevajîkirina hiqûqê û bi bîr xist ku qanûnên tên derxistin nabe ku li ser rewşeke berê qewimiye bê ferzkirin. Keskîn destnîşan ki rku nîqaşa li ser cezayê îdamê tê kirin nîqaşeke pûç û derewîn e.

Hiqûqnas Eren Keskîn diyar kir ku bi salan e ew li dijî şîdeta li jin û zarokan têdikoşin û nerazîbûn nîşan da ku ji bo vegerandina cezayê îdamê, îstîsmarkirina zayendî ya zarokan weke malzemeyekê bi kar tînin. Keskîn ragihand, şîdeta li jin û zarokan tê kirin, nabe ku ji îradeya siyasî cuda bê dîtin û bi bîr xist, ji ber ku Peymana Stenbolê ya Konseya Ewropayê bi cih nayê anîn, şîdeta li dijî jinê zêde bûye.

Eren Keskîn bi bîr xist ku desthilatdariya heyî ya siyasî xwe ji nakokî û dijberiya navxweyî ya civakê xwedî dike û got, "Ji bo civakê hîn bêhtir li dijî hev rake, mekanîzmaya îdamê bi kar tîne. Ev yek nîqaşên pûç in. Çawa ku ez zanim navê min Eren e, ez zanim ku ev dewlet nikare cezayê îdamê vegerîne."