'Kesên teqawît aliyê herî mexdûr ê civakê ne’

Endamê Desteya Rêveber a DÎSK-Emeklî-Senê, berpirsê herêma Egeyê Sulanç, bertek nîşanî desthilatdariya AKP’ê da û diyar kir ku kesên teqawît aliyê herî mexdûr ê civakê ne.

Her sal Hefteya Teqawîtan di navbera 28’ê Hezîran-4’ê Tîrmehê de tê pîrozkirin. Lê li Tirkiyeyê nayê pîrozkirin. Kesên teqawît di sînorê birçîbûnê de tên hiştin û vê hefteyê qet nizanin. Endamê Desteya Rêveber a DÎSK-Emeklî-Sen'ê, berpirsê herêma Egeyê Sulanç, bertek nîşanî desthilatdariya AKP’ê da û diyar kir ku kesên teqawît kesên herî mexdûr ê civakê ne.

Endamê Desteya Rêveber a DÎSK-Emeklî-Sen'ê, berpirsê herêma Egeyê Haldun Sulanç, ji ANF’ê re axivî û got pirsgirêka sereke ya teqawîtan ev e ku maeşekî dikarin jiyana xwe bi rehetî îdame bikin, nagirin û got: “Ji sedî 75’ê teqawîtan di sînorê birçîbûnê de ne û temamî jî  nekarin hewcedariyên xwe yên mutbexê peyda bikin. Ji ber vê beşeke mezin a teqawîtan, neçar dimînin di karekî din de bixebitin an jî kargehekê vekin.”

JI TEQAWÎTAN PRÎM HAT GIRTIN

Sulanç wiha pêde çû: “Tevî ku bi dehan carî hikûmetê soz da jî, ji bo mexdûriyeta teqawîtan ji holê bê rakirin û di şert û mercên mirovî de bê jiyîn, ‘qanûna întîbaqê’ nehatiye derxistin û bi qanûna ku di 2003’an de derxistin re ji teqawîtên ku dixebitin an jî kargeh vekirine ji sedî 10 prîma desteka Ewlehiya Civakî tê girtin. Ev prîm di 2008’an de derket ji sedî 15’yî.  Ev jî ji maeşên wan yên mehane hat birîn.”

Sulanç bal kişand ser Giştînameya Hejmara 2007-21’ê ya di 2007’an de derketiye û got promosyonên bankayê yên ji bo xebatkarên cemawerî tê dayîn, nadin teqawîtan û  got ev xespa maf e. Sulanç da zanîn ku ev li dij xala 10. a Destûra Bingehîn e û divê teqawît jî promosyonên bankayê bigirin.

Di zema ku ji bo maeşên teqawîtan tê kirin, zêdebûna TUFE’yê esas tê girtin û di hesabkirina TUFE’yê de li şûna enflasyona xurekê, hilberînên di jiyana rojane de nayên bikaranîn esas tên girtin û di encama vê hesabkirinê de mehaneya teqawîtan dihele.

Teqawîtên ku bi vê maeşê nekarin debara xwe bikin, bi testa hatinê ya kanûna SSGSS ya hejmar 5510’ê re ji bo zarokên xwe yên bekar sîgorteya tendurisyê radizînin.