Kemalbay bi şertê "qedexeya derketina derveyî welat" hate berdan

Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derveyî welat" hate berdan.

Hevseroka berê ya HDP'ê, endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, piştî 7 rojên binçavkirî sewqî edliyeyê hate kirin. Kemalbay li Edliyeya Enqereyê derkete pêşberî dozgeriyê û piştî îfadeyê bi şertê "kontrola edlî" û "qedexeya derketina derveyî welat" hate berdan.

Serpîl Kemalbay ku di kongreya bi heybet a HDP'ê ya 11'ê Sibatê de berxwedana Efrînê silav kir, bû hedefa Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û medya desthilatdariyê.

Kemalbay di binê çavan de ketibû greva birçîbûnê.