KCDK-E’yê ji bo çalakiya 24’ê Sibatê banga tevlêbûnê kir

KCDK-E’yê ji bo meşa 24’ê Sibatê ku bi pêşengiya enternasyonalîstan li Parîsê wê pêk were bang tevlêbûna li çalakiyan kir ku wê li gelek navendan pêk were.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd (KCDK-E) li dijî êrîşÊn dagirker ên li ser Efrînê yên dewleta Tirk banga geşkirina têkoşînê kir.

KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke niviskî got li Efrînê komkujiyên sivîl û berxwedaniya gel jî didome û got, hesabê Erdogan ê dîktator û çeteyên wan ku digotin ‘’di 3 saetan de em ê Efrînê biqedînin’’ hev negirtine.

‘EM RABIN SER PIYAN Û DINYAYÊ RAKIN SER PIYAN’

KCDK-E’yê di daxuyaniya nivîskî de bal kişande ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û got, ‘Di rewşeke wiha de ku tê xwestin qira Kurdan bînin, divê em  bi rihekî seferberbûyî rabin û dinyayê rakin ser piyan.’’

KCDK-E’yê got li her devera ku Kurd lê dijîn divê komîteyên xwedîderketina li Efrînê werin avakirin û têkoşîn were geşkirin. Her wiha bal kişande ser têkoşîna hevpar û kolektîf û giringiya rihê hevgirtinê destnîşan kir.

 ‘EM Ê LI DIJÎ KRÎMÎNALÎZEKIRINA HIKÛMETA ELMAN TÊBIKOŞIN’

KCDK-E’yê li dijî helwesta hikûmeta Elmanya ku bi AKP’ê re 'bazarên genî' dike got, ‘’Bêyî ku dudiliyek bi me re çêbibe e mê li dijî krîmînalîzaasyonê û qedexeyan têbikoşin.’’

‘HETA KU ENCAM WERE GIRTIN’

Di daxuyaniyê de di serî de ji bo meşa 24’ê Sibatê ya li Parîsê ya bi pêşengiya enternasyonalîstan bang hate kirin ku tevlêbûn li hemû çalakiyê li navendên cuda bibin û heta ku encam were standin tevlêbûna li çalakiyan bidome.