KCD, HDK, HDP û DBP’ê çûn serdana erdhejzedeyan

Heyeta ku ji KCD, HDK, HDP û DBP’ê pêk dihat li navçeya Ebex a Wanê çûn serdana erdhejzeeyan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevberdekê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû, Hevseroka Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mûsa Farîsogûllarî, endamên Meclîsa Partiyê ya HDP’ê, Hevşaredarên HDP’yî, hevserokên bajêr, endamên bajêr û navçeyan di nava heyetê de cih digirtin.

Heyetê li taxaên navçeya Ebexê ku 19’ê Sibatê bi pileya 5.9 du erdhej çêbûbûn, serdana erdhejzedeyan kirin.

Heyet destpêkê çû Taxa Elbis û li vir serdana konê sersaxiyê ya ji bo 9 kesan hatibû dayîn û sersaxî xwest. Piştre heyet çû Taxa Eleze ku li wir kesek di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabû û bi erdhejzedeyan re civiyan. Heyet piştre çûn serdana Taxên Qaşqol, Xanîk û Qiratî.

Di dema serdanê de gel nerazîbûn nîşanî desterserkirina kamyonên alîkariyê yên ji aliyê HDP’ê ve hatine şandin da û daxwaz ji HDP’ê kirin ku alîkariyan bigihînin taxan.

Piştî serdanê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn. Hevberdevka HDK’ê Sedat Şenoglû daxuyanî da û diyar kir ku bê ti aliyeke hiqûqî li ber çav bê girtin, alîkariya me anî hate astengkirin. Em hatin me dît ku gotinên xebat li vir tên kirin, derew derketin. Bi navê mirovahiyê tiştek li vir nehatiye kirin, heta li hinek gundan tu kes neçûne. Me li vir ji derveyî leşkeran tiştek din nedît.”

Şenoglû destnîşan kir ku bi qasî pêwîst kon li welatiyan nehatiye parvekirin û got: “Li vê taxê Kizilay yek du kon danîne. Tevî vê jî gelê me xwe radigire. Em ê bi teqez alîkariyên xwe bigihînin vî gelî. Erdhej, aşût, lêhî hiqûqa xwezayê ye, lê li vir ya rû tê kirin ne hiqûqa mirovahiyê ye. Dema mijar dibe Kurd, ev yek zêdetir dibe. Me li vir ev yek dît. Em ê bi gelê xwe re hemû astengiyan derbas bikin û desteka xwe ya ji bo wan bidomînin.