‘Karkerên tekstîlê ji bo ku rêxistinî nebin têne deydarkirin’

Serokê BATÎS’ê Metîn Burak li ser pirsgirêkên karkerên tekstîlê axivî û got, ‘’Deydarbûna karkeran li ber bîrewerbûn û rêxistiniya karkeran astengeke mezin e.’’

Serokê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Serbixwe (BATÎS) Metîn Burak li ser pirsgirêkên karkerên tekstîlê ji ANF’ê re axivî.

HIŞMENDIYA ÇÎNÎ GEŞ NABE

Burak got li Tirkiyê bi giştî rêxistiniya sendîkayê û rêxistiniyê kêm e û got, ‘’Li Tirkiyê ji ber sedema hişmendiya çînî qels e rêxistiniya sendîkayê jî pir qels e. 90 ji 100’î yên sendîkayan ji ber ku têkoşînê tenê bi rengê peymana kar a giştî dibînin li Tirkiyê hişmendiya çînî pêş nakeve. Karker jî bi taybetî ji nîvekê salên 2000’î ve di çirava deynan de têne fetisandin. Deydarbûna karkeran li pêş bîrewerbûn û rêxistiniya karkeran dibe astengeke mezin.’’

TUNDIYÊ LI ME DIKIN

Karkerê tekstîlê Î.O ku li atolyeyên ji wan re bin derenceyan tê gotin dixebite got li gel ku ev 11 sal in di tekstîlê de dixebite jî tenê 3 salan sigortaya wî hatiye razandin. Î.O got zaroktiya wî li atolyaya tekstîlê derbas bûye û domand, ‘’Dema ku min nû dest bi kar kir tim dijûn li min dikirin û tehde li min dihate kirin. Dema ku mezin bûm gef li min xwarin û gotin em ê te ji kar bavêjin. Ji ber vê tirsê min deng dernedixist.’’

Hevalê wî yê kar N.Y jî got, ‘’Serokkomarê niha yê Tirkiyê beriya bi salan got, ‘’ez nikarim serê xwe bi parçeyek qumaş jî biêşînim.’’ Em bi şertê xirab dixebitin. Em nikarin vê bînin ser zimên jî.’’