Kalkan: Fikarên me hene lê em bixwe bawerin

Kalkan: Fikarên me hene lê em bixwe bawerin

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan diyar kir ku, sedema ku pêvajo lezgîntir nameşe ewe ku projeyeke dewlet ya şênber nîne û got, her çiqas hinek fikarên wan hebin jî bi xwe û Ocalan bawerin. Kalkan di derbarê Hizbullahê de jî peyam dan.

Kalkan ji rojnamevarên Vatanê Ruşen Çakir re axivî  di derbarê pozîsyona tevgera Kurd ya derbarê Sûriye û Îranê de, bûyerên li Zanîngehan qewimîn û nêzîkatiya hikûmetê de axivî.

Kalkan li ser pirsa; hêzên ji Sûriyeyê tevlî bûn, ji bo tevlî şerê wir bibin vegeriyan welatê xwe raste an na? wihagot: “Hinek çûn. Wisa rêxistinê veneqetandiye û neçûye. Beriya bûyer destpê bikin li wir dixebitin. Avabûnek ji serokatiyê bi bandor bûye, di xeta tevgerê de bû, hebû. Lê hêza çekdarî tunebû. Lê piştî pevçûn derketin çûn. Hinek jî ji bo ewlehiyê hatin şandin.  Kadroyeke li wir pêşengiya gel bike, gel bi rêxistin bike li wir dixebite. Heta hinek ji me reviyan û çûn.”

Kalkan di mijara ku takviya bo Sûriyeyê bê kirin an na jî wiha got: “Ez bawer nakim.  Niha hêza wan zêde ye. Hinek pratîk kirin.  Dikarin karê xwe bi rêve bibin. Hewcedarî zêde nîne.  Ji xwe têkiliya hevalên PYD’ê bi muxalefetên din reheye û lê pergaleke hevpar ava nekirine.  Li gorî me yên Sûriyeyek demokratîk dixwazin, bi her kesê ku mafên kurdan didinê re divê bi tevgera kurd ya Rojava re hevkariyek stratekîk ava bikin.”

Kalkan bo pirsa; Tê gotin ku Îran erênî li pêvajoyê nanêre û ji ber vê zextan li PKK’ê dike , gelo ev raste? Wiha got: “Îran li ser me nebe jî hewldanên wan yê saboteyê hene. Divê her kes vê bizane. Îran hêzeke herêmiye, rêxistinên wê yên herêmî û aktorên wê hene.  Ez nabêjim bi giştî dikare sabote bike lê dikare provake bike. Niha wisa dike nizanim lê gûman hene. Du rêbaz li ber Îranê hene. Ya yekemîn sabotekirine. Di vê rewşê de dê pevçûn derkevin. Lê tespîteke ku dê teqez wisa bibe nîne.

Kalkan balkişand ser bûyerên Zanîngeha Dîcleyê û got: “Ger bûyer ne plankirîba dê bixwe çêneba.  Ger pirsgirêk ji ciwanên me qewimîbe dê çareser bibe.  ji ber ku aliyê me yê siyasî berfirehe.  Ciwanên ne ku faliyetên wan asteng bike, berovajî vê dikare di nava îtîfaqê de be jî. Tu polîtîkayeke hizbulahê ya mafê jiyanê bide nasîn tune.  ji 4 konferansên ku tê plankirin pêk were, ya Amedê hizbulah jî tê de her kes vexwendiye.

Gotina serokê giştî yê Huda-Parê Huseyîn Yilmaz  a wekê ‘PKK û Hîzbûlah agirbesta ku bi salane didome divê fermî bike’ hate bibîrxistin û Kalkan li ser vê wiha pê deçû: “Me jî wisa xwest. Berê hinek hewldan çêbûn. Lê tam pêk nehat.  Ev ji Hizbulahê qewimî.  Divê paşeroj hinek vekirî binirxandiba. Rexnedayîna xwe bida.  Lê em pir zêde rexne kirin. Em ji rexnedayînê ne dûrin. Lê di salên 90-94’an de me xeta û şaşî nekir. Ger hebin jî yên şexî bûn. Lê wan her tişt şaş û bi xeta bi rêvebirin.  Polîtîkayên xwe bi awayekî aşkera pêk anîn. Pêvajoyeke tarî ya ku divê aşkera bibe heye. Ev bû asteng. Ger bê çareserkirin dê baş be. Tu mafê jiyanê wan ne derbazdare.”

Kalkan da zanîn  ji ber ku polîtîayeke zelal ya desthilatdariya AKP’ê tune CHP û MHP zehmetiyan dikişînin û got, tevgera Kurd li gorî pêvajoyê usluba xwe guhertiye lê rexneyên xwe jî dê bike. Kalkan wiha pê de çû: “Dibe ku hin guherîn çêbibin. Ger pêk were dê nêrînên me biguhere. Em vekirîne. Nebe jî em dê rexneyên xwe bidomînin. Hinek dibêjin PKK û AKP li hevkirine. Rewşeke wisa ne mijara gotinê ye. Em rexneyên xwe dikin, dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

Her wiha Kalkan li ser pirsa;Hinek dibêjin ger çareser bike dê Erdogan çareser bike û we samîmî nedidît, niha rewş guherî, krediya Erodgan zêde bû’ jî wiha got: “Kredî zêde bû lê, em îradeya çareserkirinê nabînin. Ne zelal bûn heye. Dibêjin çareserî lê temam nakin.  Hê jî planeke AKP’ê tune ye. Bi vî awayî pêvajo nameşe. Ji ber vê jî em ‘AKP çareser dike’ wêdetir dibêjin bila riya siyaseta demokratîk vebe, bila hêzên demokrasiyê bikevin tevgerê.

Pirsa ‘Ger çareserî çêbe hun çê bikin? Siyasetê an na? hat pirsîn û bersiva wê jî wiha  hat dayîn: “Ji xwe siyasetê dikim. Hele bila çareserî çêbibe, ezê karekî bibînim. Mînak nivîskarî min zêdetir dikeve nava kelecanê.

Kalkan bersiv da îdiayên di derbarê piştî çareseriyê dê kadroyên PKK’ê kesên qada qanûnî derveyê dewreyê bihêle jî wiha got: “Ev şaşe, tiştek wisa nabe.  Bendewariyeke bi vî rengî ya ku dê ji sedî 90 PKK van deran bi rêve bibe nîne. Kes ji peywirê nareve lê îla ev tişt dê ev kes bike nîne. Ger Kurd azad û din ava ewlehiyê de bin em karin li serê çiya jî bikin. Em ji tu tiştekî re jî nabin asteng.

Kalkan got, ew ji pêvajoyê bi hêvîne û got: “Fikarên me hene, lê em bixwe û serokatiya xwe bawerin. Di vir de heyecanek heye. Lê em nabêjin ku her tişt çareser bûye. “