Jinên Tîrêjên Rojê du febrîka û 5 wesayit şewitandin
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ji bo piştevaniiya li girtiyên zindanan li Stenbol, Kocaelî û Sakaryayê du fabrîka û 5 wesayit şewitandine.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ji bo piştevaniiya li girtiyên zindanan li Stenbol, Kocaelî û Sakaryayê du fabrîka û 5 wesayit şewitandine.
Insîyatîva Jinên Tîrêjên Rojê daxuyaniyeke niviskî da û ragihand du fabrîka, wesayiteke serwîsê û 2 wesayitên lûks dane ber êgir.
Li gorî daxuyaniyê 9'ê Hezîranê li Dîlova Kocaeliyê fabrîkaya ku bantan hildiberîna ya 'faşîstên AKP-MHP'yiyan' hatiye şewitandin, eynî rojê li navçeya Arîfiyê ya Sakaryayê jî fabrîkayeka mobilya 'ya faşîstan' hatiye şewitandin.
Insîyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 8'ê Hezîranê wesayiteke serwîsê û du wesayitên lûks a 'faşîstên AKP'yî' dane ber êgir.
Herî dawî hate ragihandin 8'ê Hezîranê li Silivrî Stenbolê çalakî birine ser '2 şoferên tecawizkar' ên şîrketa tûrîzmê ya Metroyê, 2 otobêsên mezin hatine şewitandin, ji şofêran yek jê bi giranî birîndar bûye.