Jinên li Şengalê hatin qetilkirin, li Taksîmê hatin bibîranîn

"Platforma têkoşînê ya ji bo jinên bi zorê hatine revandin" komkujiya ku çeteyên DAÎŞ'ê li Şengalê li civaka Êzidî kir, li Taksîmê şermezar kir.

Parlamentera HDP’ê û Berdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît û bi dehan nûnerên saziyên jinan beşdarî çalakiyê bûn.

Koçyîgît li vir axivî û diyar kir ku Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistan, Iraq û hêzên navneteweyî yên ku pêşiya komkujiyê negirtin jî hevkarê komkujiyê ne. Koçyîgît got, Ev hovitî weke deqeke reş derbasî dîroka mirovahiyê bû. Heta niha jî gelek jinên Êzidî di destê şêxên Ereb û dewlemendan de ne."

Koçyîgît destnîşan kir ku bi saya platformê gelek jinên Êzidî hatine rizgarkirin û got; "Dibe li Şengalê be, dibe li Şîlî, Arjantîn, Swîsre ku li derê dibe bila bibe li dijî jinan qirkirinek hebe, şidetek hebe, em li dijî vê ne û em ê li dijî vê rawestin."

Koçyîgît di dewama  axaftina xwe de balkişand li ser Komkujiya Enqerê jî.

Daxuyaniya platformê ji aliyê Rêvebera HDP’ê ya Stenbolê Aysûn Çeper ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku jinên Êzidî wê bi avakirina meclîsên jinan, bi hêzên xweser wê birînên xwe bipêçin.