Jinên Kurd xwedî li televîzyonên xwe derdikevin

Jinên Kurd li ber avahiya Eûtelsatê ya li Kolnê çalakiyeke protestoyî lidar xistin û diyar kirin, ew ê xwe li girtina televîzyonên Kurd ranegirin.

Jinên Kurd, biryara Eûtelsatê ya ji bo girtina qenalên Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê, şermezar kirin û xwedî li televîzyonên xwe derketin. Jinan gotin, "Ji ber ku ew saziyên me yên neteweyî ne ku deng, çav, guh û zimanê me ne."

Jinên li bajarê Koln ê Elmanyayê tevlî çalakiya protestoyî ya li ber şaxê Eûtelsatê bûn, ji ANF'ê ra xivîn.

EM Ê NEHÊLIN TELEVÎZYONÊN ME BÊN GIRTIN

Dayika Zeynep got, "Me gelek berdêl dan, me cihê xwe yê li nava mirovahiyê parast, lê belê ji bo bêdengnebûna televîzyonên me, em ê her tim li ber xwe bidin. Em ên nehêlin ku televîzyonên me bê bêdengkirin."

GUH Û ZIMANÊ ME YE

Melek Koçgirî anî ziman, her gel dixwaze nasnameya xwe bidomîne û destnîşan kir, medya jî amûrek ji xweîfadekirinê ye. Koçgirî got, "Televîzyon ziman, guh û dengê neteweyan e. Kurd bêyî televîzyon nabin. Berî her tiştî zimanê me diparêzin. Maf û erka ti saziyê nîne ku televîzyonan bigire. Em vê bi ti awayî qebûl nakin. Ji ber vê yekê protesto dikin." Koçgirî anî ziman, çi dibe bila bibe ew ê nehêlin televîzyonên wan bên girtin û wê medya xwe biparêzin.

EWROPA JÎ DIBE HEVPAR

Emîne Mardîn bi Tirkî nizane û tenê li televîzyonên Kurdî yên bi zimanê wê yê dayikê ye, temaşe dike. Emîne Mardîn dibêje, "Dixwazin me ji vê jî bêpar bihêlin" û nerazîbûn nîşanî Ewropayê da ku dibe hevparê dewleta Tirk ê ji bo qirkirina çandî. Emîne Mardîn got, "Ji bo televîzyonên me neyên girtin, me ê fedakariyê bikin."