Ji Yeketiya Hêzên Demokratîk li Hamburgê panel
Ji Yeketiya Hêzên Demokratîk li Hamburgê panel
Ji Yeketiya Hêzên Demokratîk li Hamburgê panel
Li Almanyayê Platforma Yeketiya Hêzên Dmokratîk ku nêzî 20 dezgehên koçberan yên Kurdistanî û Tirkiyeyî digire nava xwe, pêncemîn zincîre panela xwe li Hamburgê pêkanî. Panela ku dê îro di demjimêr 17.30’an de destpê bike, dê li Navenda Çanda Elewî ya li Hamburgê bê li darxistin.
Di panelên beriya vê ku li Nurnberg, Bielefeld, Stuttgart û Frankfurt hatin pêkanîn, bangên “Em hemû welatparêz, demokrat, sosyalîst, Kurd, Tirk, Elewî, Ermenî û Asuriyan vedixwînin.” Panela ku dê Seroka YEK-KOM’ê Yuksel Koç, li ser navê ATÎF’ê Suleyman Gurcan, li ser navê DIDF’ê Huseyîn Avgan, li ser navê AABF’ê Cengîz Orhan, li ser navê ADHF’ê jî Taylan Yilmaz û nûnera Komkar-Almanya tevlî bibe dê balê bikişînin ser girîngiya tekoşînê.
Di meha Çileyê ya borî de rêxistinên koçberan yên Tirk, Kurd, Ereb, Asûrî û Ermenî yên li Almanyayê hatibûn gel hev û Platforma Yeketiya Hêzên Demokratîk ava kiribûn. Her wiha platformê ragihandibû ku, ew dê ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û ji bo gelên li Tirkiyeyê jiyan dikin mafê xwe bistînin dê bixebitin.