Ji PE biryara piştgirîdayîna muzakereyên bi PKK'ê re
Parlamenta Ewropayê (PE) rapora sala 2014'an a pêşketina Tirkiyeyê, li hemberî 94 dengên dijber bi 432 dengan qebûl kir.

Di rapora ji aliyê parlamentera Hollandî raportor Katî Pîrî ve hat amadekirin de maddeya "Parlamenta Ewropayê, însiyatîfa ku hikûmeta Enqereyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha muzakereyên bi PKK'ê re wergirtiye, destek dike" cih girt.
Rapora li ser pêşketina Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê, ji ber hilbijartinan û lihevnekirina komên siyasî ya li ser mijarên Qibris û Qirkirina Ermenî, di dawiya meha bihurî de hatibû taloqkirin.
Di raporê de, li ser mijarên muzakereyên bi PKK'ê re, qebûlkirina statuya malên cem û nasnameya Elewiyan, bidawîkirina zextên li ser çapemeniyê û vekişîna leşkerên Tirk ji Qibrisê de, yekemcar gotinên ewçend zelal cih girtin. Di mijara mafên mirovan de jî Enqere tê rexnekirin.