Ji nû ve darizandina Tuncel destpê kir

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" lê 8 sal û 9 meh ceza hatibû birîn. Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara "Ji bo ku ji nû ve were darizandin" , destpê kir.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel bi îdîaya "Endama rêxistinê ye" lê 8 sal û 9 meh ceza hatibû birîn. Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara "Ji bo ku ji nû ve were darizandin" , destpê kir.

Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tuncel, bi îdîaya "Endama Rêxistinê ye" rastî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê hatibû. Cezayê Tuncel, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû erêkirin. Lê Dadgeha Destûra Bingehîn biryar xera kir û biryara "Ji nû ve darizandinê" da. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn darizandina Sebahat Tûncel ji nû ve destpê kir. 1'emîn rûniştina doza Sebahat Tuncel, li 10.emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Di rûniştina ku Tuncel beşdar nebû de Parêzerê wê Ervan Kanar amade bû. Prz. Kanar diyar kir ku Tuncel wê beşdarî rûniştinek din bibe û xwest biryara bi zorê bîne rûniştinê neyê dayîn. Li ser vê yekê heyeta dadgehê daxwaza parêzer li ber çavan girt û biryara ku Tuncel di rûniştinek din de  amade bibe da. Heyeta dadgehê doz taloqî rojên pêş kir.