Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ji meclîsa Hambûrgê banga hevpar a Efrînê

Parlamenterên Partiya Çep, FDP, Kesk û SPD’ê yên koma meclîsa eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê ji bo ku êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê demildest bi dawî bibe banga hevpar kirin.

Li meclîsa xwecih a Elmanyayê ji bo Efrînê bangeke dî hate kirin. Piştî eyaletên Hessen û Saksonyaya jêr 4 komên partiyan ên meclîsa Hambûrgê metna bangê ya hevpar îmze kirin.

Ji Partiya Demokrat a Sosyal (SPD) û Partiya Keskan û her wiha Partiya Demokratên Azad (FDP), Partiya Çep 68 parlamenterên eyaleta Hambûrgê îmzeya xwe li metna hevpar danîn. Parlamenteran gotin gelek mirovên ku li Hambûrgê dijîn bi fikar li geşedanan dinerin û wiha bang kirin:

‘’Ev êrîşa dewleta Tirk a li derveyî hiqûqê divê demildest bi dawî bibe û ji bo ku krîz bi rêyên aştiyê çareser bibe kêferat hebe. Her wiha divê gelê sivîl ji êrîşan were parastin. Em bang li hikûmeta Federal û Yekîtiya Ewropa dikin, ji bo ku di navbeyna aliyan de hevdîtinên dîplomatîk bikin, hewl bidin.

Ji bo mirovên ku aştî xwestine hatine girtin, di cih de werin berdan jî divê hikûmeta federal hewl bide. Elmanya û Ewropa divê destekê bide hêzên demokratîk û dawî li îxracata çekan were.

Li Hambûrgê gelek mirov hene ku ji nêz ve li rewşa herêmê dinerin û rasterast bi wan re têkildar in. Gelek xizm û dostên Hambûrgiyan li herêmê dijîn. Em jî diyar dikin ku em li rex van mirovan in.’’

2 MECLÎSÊN DÎ JÎ BANG KIRIBÛN

Beriya bi çend rojan li meclîsa Hessen û Saksonyayê ya Elmanyayê jî partiyan ji bo Efrînê bang kiribûn. CDU, SPD, FDP û Keskan ên di meclîsa Saksonyaya jêr de gotibûn ku ew ji geşedanan bifikar in, divê artêşa Tirk di cih de dawî li êrîşên xwe bîne.

Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) ên meclîsa eyaleta Hessenê bi navê ‘serlêdana lezgîn’ xwestibûn ku ji bo Efrînê, ku êrîşa giran a dewleta Tirk li ser heye, tevbigerin.