Ji Ewropayê ji bo Tirkiyeyê banga Kobanê: Sînoran vekin!

Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Konferansa navneteweyî ya di PE’yê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hat lidarxistin de nûner şand peyama piştgiriya vekirî da.

Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Konferansa navneteweyî ya di PE’yê de ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hat lidarxistin de nûner şand peyama piştgiriya vekirî da. Di konferansê de hat xwestin ku ji bo ji nû ve avakirinê û di navbera kantonan de korîdor bê vekirin zext li Tirkiyeyê bê kirin.

Konferansa ku Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz malovanî jêre kir rastî eleqeyek mezin hat.

Nûnerên bi dehan rêxistinên civaka sivîl ên ji welatên cuda yên Ewropayê û parlamenter tevlî konferansê bûn.

Hemû komên siyasî yên di Parlamentoya Ewropayê de bi tevlîbûna konferansê re piştgiriya xwe ya vekirî îfade kirin. Konferasnsa ku bi sernavê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê seferberiya navneteweyî hat lidarxistin, bi peyama bi dîmen a Serokê Parlamentoya Ewropayê Martin Schulz destpê kir.

NÛNERÊ YE: KOBANÊ BÛ NÎŞANA BERXWEDANÊ

Bi navê Yekîtiya Ewropayê Vassilis Bontosoglou yê ji Servîsa Çalakiyên Derve yê Ewropayê ji beşa Rojhilata Navîn Qasidê Sûriyeyê tevlî konferansê bû behsa rewşa Kobanê kir û bersiva Yekîtiya Ewropayê da.

Bontosoglou diyar kir ku Kobanê piştî dorpêçeke çar mehan di meha Çileyê de hat rizgarkirin, bi piştgiriyekî sînordar a navneteweyî ev bajar kolan bi kolan, mal bi mal hat rizgarkirin û parastina wê hat kirin. Bontosoglou got: “Kobanê li hember terorîzm û zilma DAIŞ’ê  bû sembola berxwedana herêmî. Pêwîst e em bejna xwe li hember wan kesên ku ji bo vê doze canê xwe dane bitewînin.”

MUSLIM : JI BO KOBANÊ BIBE PAYTEXTA MIROVAHIYÊ PÊWÎST E EM BI HEV RE BIXEBITIN

Serokê Wezîrê Hikûmeta Kantona Kobanê Enwer Muslim ê tevlî konferansê bû jî axaftinek der barê rewşa dawî ya Kobanê de kir. Muslim got, “Ji bo Kobanê hat gotin paytexta berxwedana gerdûnî ye,  lê niha wê bibe paytexta jiyana nû û mirovahiyê. Ji bo Kobanê bibe paytexta mirovahiyê pêwîst e em bi hev re bixebitin.”

Elenî Theocharous ê endamê Xiristiyanên Demokrat ê Koma Partiya Gel a Ewropayê de cih digire jî wiha axivî, “Ji nû ve avakirina Kobanê ya nîşana azadiya Kurd e girîng e.”

JI 40’Î ZÊDETIR RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL ÊN NAVNETEWEYÎ PIŞTGIRÎ DAN

Bi navê komên din jî axaftin hat kirin, peyamên piştgiriyê hatin dayîn. Di nava van de parlamenterên komên Demokratên Pêşverû, Tifaqa Sosyalîst û Tifaqa Demokrat a Lîberal jî cih girtin.

Pişte jî nûnerên ji 40’î zêdetir saziyên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, ji Koma Mîmarên Lezgîn a Navneteweyî Erîc Levalaine, ji CEMEN a saziya civaka sivîl a Katalonyayî Antonî Luîs Trobat jî tevlî konferansê bûn. Tevlîbûna rêxistinên ku ji Londonê heya Cenevreyê di qadên cuda de têkoşînê dimeşîn bal kişand.

Rêxistinên cuda yên weke di qada mayînan de Handîcap Înternational, di qada tenduristiyê de Medico Înternational, Doktorên Cîhanê, Doktorên Sînor Nenas û Banga Cenevreyê, Şaredariya Amedê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendisan a Tirkiyeyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin gel hev. Saziyên civaka sivîl di qadên weke binesazî, perwerde, tenduristî, jin, zarok û paqijkirina mayînan de pêşnûmeyên xwe pêşkêş kirin.

Di nava projeyan de projeyên der barê kantonên din ên Rojava de jî hebûn. Bi taybet jî ji nû ve avakirina Sînema Amûdê ya di dema rejîma Beas de bi zanebûn hatibû şewitandin û di hundirê wê de bi sedan zarokan jiyana xwe ji dest dan bal kişand

Lê ji bo bi awayekî bi tendurist gihandina van alîkariyan jî bi taybet ji Tirkiyeyê hat xwestin ku sînoran veke.

PÊWÎST E ZEXT LI TIRKIYÊ BÊ KIRIN

Rayedarên ku ji kantonên Kobanê û Cizîrê hatin ji civaka navneteweyî xwestin ji bo vekirina korîdorê zext li Tirkiyeyê bikin. Husên Azzam ê eslê xwe Ereb ê alîkarê Serokê Kantona Cizîrê, bi navê Kantonên Efrîn, Cizîrê û Kobanê bang li civaka navneteweyî kir, her wiha bal kişand ser bi taybetî jî Kantonên Efrîn û Cizîrê bi deh hezaran koçber girtine.

Marie Christine Vergarit ê ji Koma Çep a Yekîtiya Ewrûpayê axaftina girtinê ya konferansê kir û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bang li civaka navneteweyî kir.

...