Ji ColdHackers ji bo Girê Spî çalakî

Tîma hack a Kurd ColdHackers, rûpela hunermendê faşîst Osman Oztûnç bi dest xist.

Tîma hack a Kurd ColdHackers, rûpela hunermendê faşîst Osman Oztûnç bi dest xist.

Koma ColdHackers a rûpel bi dest xist gihiştina hev a kantonên Kobanê û Cizîrê û azadkirina Girê Spî (Til Ebyad) pîroz kir. ColdHackers çalakiya xwe diyarî hêzên YPG û YPJ’ê kir.

Di rûpelê hat hackkirin de wiha hat gotin, "Ev rûpela ulkucî ji aliyê hackerên Kurd ve hatiye hackkirin!

Em diyarî şervanên rûmetê yên gel hêzên YPG û YPJ’ê yên Kobanê û Cizîrê li Girê Spî gihandin hev dikin.”

Coldhackers diyar kir wê êrîşên li hember faşîstan bidomin.