Ji bo zabiteyên îşkencekar ceza
Ji bo zabiteyên îşkencekar ceza
Ji bo zabiteyên îşkencekar ceza
Di derbarê memurên zabiteyê ku li Pendîkê li seyarfiroşekî xistin û bûn sedem ku kurçik û fatreşka wî bi emeliyetê bê girtin, her yekê 10 sal cezayê girtîgehê û 5 sal jî ji memûrtiyê hatin girtin.
3 sal berê li Sûka Balikçilar a Pendîkê seyarfiroşê bi navê Yusuf Şîrîn ji bo debara malbata xwe û 8 zarkên xwe bike balon difirot. Memûrên zabiteyê Selahattîn Kiliç, Erdal Kuçukguzel û Abdullah Aykiliç êrîşê Şîrîn kirin. Şîrîn bi lêdanê xistin wesayîtê û birin depoya zabiteyê ya Cadeya Enqereyê. Zabitayan dest û lingê wî girêdan û bi deqîqeyan lê dan. Şîrîn ji ber îşkenceya dît ji ser hişê xwe çû û zabiteyan ew danîn nêzî mala wî û reviyan. Cînarê wî ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kartalê û 38 rojan di bin tedawiyê de ma.
GURÇIK Û FATREŞKA WÎ HAT GIRTIN
Yusuf Şîrînê ku rastî îşkenceya giran hat kurçika wî ya rastê û fatreşka wî hat girtin. Herwiha gurçika wî ya din jî her çû êşiyan. Yusuf Şîrîn di 7’ê îlona 2012’an de ji sedî 50 rapora kêmendamtiyê girt.
Parêzerê Yusuf Şîrîn Fazil Ahmet Tamer yê ÎHD’ê di derbarê sê zabiteyan de gilî kir. Li 3’emîn dadgeha Asliya Pendîkê doz hat vekkirin. Lê dadgehê got, dibe ku sûcê ku kiriye bûye sedema îşkencê, fêdeya bi peywirê da. Ji ber vê li Dadgeha Cezyaa Giran a Anatolya doz hat vekirin.
2 RAPORAN ÎŞKENCE BELGE KIR
Yusuf Şîrîn îşkenceya ku dît bi du belgeyan aşkera kir.
DOZGER ÎŞKENCE NEDÎT
Ligel du raporên edlî di dema darizandinê de dozgeriyê wiha îdia kir:Bûyer her tim û bi awayekî sîstematîk pêk nehatiye. Di carekî dê bûyer derketiye û gûmanber di bin tehrîkê de mane.”
Yusuf Şîrîn ku ji Dîgor a Qeresê ye, di parastiya xwe ya rûniştinê de diyar kir ku, zabiteyan gotiye ‘Em kurdan dê li vir nehêlin’ û êrîş kirine. Şîrîn got ji ber nasnameya xwe ya kurd bûnê rastî îşkencê hatiye.
Di encama darizandinê de di derbarê 3 gûmanbaran de ligorî xala 94’an de her yekê 12 sal ceza danê. Lê ev daxistin 10 sale. Her wiha her yekê 5 sal cezayê ji memûriyetê men hat dayîn.