Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzer, malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzer, malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û li Midûriyeta Saziya Înfaza Cezayê ya Girtî ya Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din yên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yîldîrîm û birayê Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her pêncşem ji bo hevdîtinê serlêdan dikirin. Ji ber ku duh betlaneya fermî bû, serlêdan îro hate kirin. Raziye Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Emran Ekmekçî yên ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe serlêdan kirin.