Ji ber nerazîbûn nîşanî binpêkirinên mafan dayî doz li Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê hate vekirin

Ji ber daxuyaniyên wî yên li ser êrişên dagirker ên li dijî Garê, binpêkirinên mafên mirovan û tecrîdê, doz li Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan hate vekirin.

Derbarê Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan de ji ber xebatên wî yên parêzvaniya mafê mirovan doz hat vekirin. Ji ber daxuyaniyên ên Turkdogan ên li ser opperasyona Garê, tecrîda Îmraliyê, binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan” bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” doz lê hat vekirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînê temam kiriye û îdianameya amade kiriye şandiye 19’emîn Dadgeha Cezayê Girana Enqereyê. Dadgehê jî îdianameyê qebûl kiriye. 
 
Li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ji bo vekirina doza li Turkdogan civîna çapemeniyê hat lidarxistin. 

Gelek parêzvanên mafê mirovan beşdarî civînê bûn. Ewilî Serokê Akademiya Mafên Mirovan a ÎHD’ê Husnu Ondul axivî û got ew niha vegeriyane pêvajoya salên 90’î û di wan salan de bi pêkanînên wiha xerab re diman. Ondul anî ziman ku doza derbarê hevserokê wan Turkdogan de hatiye vekirin wê di 22’ê sibatê de were lidarxistin û gazî parêzvanên mafê mirovan û siyasetmedaran kir ku beşdarî dozê bibin û piştevaniya xwe li dijî dozê nîşan bidin. 
 
Ozturk Turkdogan jî axivî û destnîşan kir ku doza lê hatiye vekirin amûrek antî demokratîk a dewletê û darazê ye û ev amûr her car xwe li dijî siyasetmedaran û parêzvanên mafê mirovan dubare dike. Turkdogan da zanîn ku wê dozên bi vî rengî nikaribin têkoşîna wî û ya ÎHD’ê bidin sekinandin.
 
Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Yûsûf Alataş jî destnîşan kir ku wê dozên wiha bêhiqûqî nikaribin serê wan bitewîne û di şer şert û mercî de wê mafê mirovan û ramanên xwe biparêzin.