‘Ji ber ku Kurd e ATK’Ê biryara dikare di girtîgehê de bimîne da‘

Rewşa girtiyê nexweş Civan Boltan ku bijîjkan rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dan wî her ku diçe giran dibe.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 510’emîn çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, li komeleya xwe ya li Taksîmê pêk anî. Endamên Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Civan Boltan ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Li eywana ku daxuyanî lê hat dayîn pankarta “Bila girtiyê nexweş Civan Boltan were berdan” hat daliqandin.

Endamê Komîsyona Girtiyên Nexweş ê ÎHD’ê Mehmet Acettîn bi bîr xist ku li girtîgehan di mehekê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da û bi lêv kir ku tenduristiya laş û ruh a girtiyan her tim di bin gefeke giran de ye.

‘DI SERÊ WÎ DE PERÇEYÊ ŞARAPNELÊ HEYE’

Acettîn derbarê girtiyê nexweş Civan Boltan de agahî da û wiha got: “Di şerekî de birîndarî hatiye binçavkirin û ji ber dermankirina wî hat astengkirin çavekî wî kor bûye çavê wî yê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Di serê wî de perçeya şarapnelê heye. Ji ber ku rewşa wî xetere ye bijîşk jî nikarin mudaxile bikin. Di heman demê de nexweşiyeke Boltan a bi navê Sendroma Reyno heye. Bijîşkan ji bo Boltanê  ku gelek nexweşî lê peyda bûne rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabûn, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) li dijî wan raporek amade kir û berdana Boltan asteng kir. 

‘JI BER KU KURD BÛ EV BIRYAR DAN’

Acettîn agahiya ku birayê Boltan bi komeleya wan re ragihand, wiha parve kir: “Ji ber birayê min Kurd e ATK’Ê biryara dikare di girtîgehê de bimîne da. Bi gotina ‘rewşa wî baş e, dikare jiyana xwe bidomîne’ dermankirina wî jî nayê kirin.” Acettîn xwest ku Boltan, hemû girtiyên nexweş, pîr, astengdar demildest werin berdan û banga hestiyariyê li rayagiştî kir.