Jeremy Corbyn: Divê êrîşên li ser Efrînê tavilê bên rawestandin
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn xwest, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê tavilê bên rawesatndin.
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn xwest, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê tavilê bên rawesatndin.
Lîderê Partiya Karker a Îngilîstanê Jeremy Corbyn, li ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê daxuyaniyek da.
Corbyn xwest êrîş tavilê bên rawestandin û got, "Em dixwazin dewleta Tirk tavilê bomberdûmana xwe ya li ser Efrînê bisekinîne." Corbyn destnîşan kir ku ew li dijî êrîşên li ser Efrînê ne û xwest, hêzên din destê xwe ji Sûriyeyê û Rojhilata Navîn vekişînin.
Corbyn diyar kir ku divê mafê xweîfadekirinê û azadiyê yên gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn werin naskirin û derfetên ku karibin bi rengekî aştiyane bijîn, bên dayin.