Israra di şer de budçeyê têk dibe

Ferqa di navbera rêjeya hatina maddî ya gelên Tirkiyeyê û lêçûnên leşkerî de zêdetir dibe. Ligel ku bekarî û hejarî zêde dibe, desthilatdariya Tirkiyeyê di şer de israr dike û ev jî dibe sedema têkçûna budçeyê.

Ligel ku aboriya dewleta Tirk ne zêde baş e jî êrîşa wê ya dagirkeriyê ya li Herêmên Parastinê ya Medyayê bi rojan e didome. Gelo maliyeta fira saetekê ya van ÎHA, SÎHA û F-16 û fuzeyên wan çi qas e?

Artêşa Tirk di 23’ê Nîsanê de li dijî qadên Metîna, Avaşîn û Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke berfireh a dagirkeriyê dabû destpêkirin. Ev êrîşa dagirker di hefteya duduyan de didome. Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bomberdûmana ji hewayî û bejahî ya dewleta Tirk a dagirker didome. Roja ku êrîşa dagirker dest pê kir, Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Şahap Kavcioglû derbarê windabûna 128 milyar dolarên winda de gotibû “Ew SÎHA û ÎHA belaş nafirin. Ew leşker belaş naçin wê derê”. Ev ne cara pêşîn e ku li maliyeta giran a şerê li dijî Kurdistanû û lêçûnên leşkerî ya li ser aboriya Tirkiyeyê mikur tên. Serokkomarê Tirk di Sibata 2019’an de gotibû “Tu dizanî berdêla fîşekekê çi qas e? Dema helîkopterên me diçin Gabar û Cûdiyê te hesap kiriye ku vebêrhênanên ji bo vê derê çiqas e”.

DI 10 SALAN DE JI SEDÎ 86 ZÊDE BÛ

Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) lêçûnên leşkerî yên Tirkiyeyê di navbera salên 2010 û 2019’an de ji sedî 86 zêde bûye û bûye 20.4 milyar dolar. Ev rêje di sala 2018-2019’an de ji sedî 5,8 zêde bû. Li gorî heman saziyê Tirkiye di sala 2019’an de di nav dewletên ku herî zêde di warê leşkerî de lêçûnan dike jî di rêza 15’an de ye. Di sala 2020’an de jî bi 17.7 milyar dolaran kete rêza 16’an. Li gorî rapora dawîn a SIPRI’yê di navbera salên 2011-2020 de lêçûnên leşkerî yên dewleta Tirk ji sedî 77 zêde bûye û ev rêje piştî sala 2015’an jî her çûye berjor bûye. Sedema vê zêdebûnê jî siyaset û şerê qirkirinê ye ya ku desthilatdariya AKP, MHP û Ergenekonê ji havîna 2015’an û vir ve li dijî gelê Kurd dike.

ŞÎRKETA ÎHA Û SÎHAYÊ BACÊ NADIN

Tişta ku barê şer zêde dike jî wesayîtên hewayî yên bêmirov in ku li Kurdistanê bi wan gelek qetlîam hatiye kirin û dewleta Tirk pesnê wan dide. Maliyeta wê ya rastîn a ji bo Tirkiyeyê nayê zanîn.

Li gorî çapemeniya AKP’ê ji bo her SÎHA’yekê 4 milyon dolar tên dayîn. Ev SÎHA ji şîrketa Baykar Makîne tê stendin. Selçûk Bayraktar ê ku zavê Erdogan e, li ser vê şîrketê ye. Di Mijdara 2020’an de ji bo 12 ‘Bayraktar TB2 ÎHA’yê 47 milyon dolar hate dayîn.

AKP îddîa dike ku ÎHA û SÎHA malên Tirkiyeyê ne û maliyeta wê 5 katan hindiktir be jî lê rastî ne wisa ye, heke ji derve were stendin erzantir e. Hejmara pereyên ku ji ser vê bazirganiyê dikeve destê malbata Erdogan jî razeke dewletê ye.  Baykar Makîne divê ji ber hilberandina van amûrên şer bacê bide dewletê, lê nade. Di sala 2016’an de derketibû holê ku ji bo 6 ÎHA’yan 36 milyon dolar dane Baykar Makînayê.

MALIYETA ÎHA, SÎHA Û F16’AN

Li gorî hesabên pisporan maliyeta rojane ya ÎHA û SÎHA’yan nêzî ya balefirên şer ên F-16 e. Maliyeta benzîna deqîqeyekê ya van wesayîtên hewayî û fuzeyên wan.

BALEFIRÊN ŞER ÊN F-16: Balefirên şer ên F-16 di deqîqeyekê de 600 lître benzînê dişewitîne. Saeta wê dike 25 hezar dolar û 24 saetan bênavber bigere ev jî dike 600 hezar dolar. Maliyeta her muhîmateke wê jî dike 65 hezar dolar.

BALEFIRÊN ŞER ÊN F-4: Ev balefirên şer ên bomberdûmankirinê jî li gorî sala 2020’an saeta wê dike 30 hezar dolar. Bombeya wan a tîpa MK-82 jî bi 26 hezar dolaran e.

ÎHA-SÎHA: Ev wesayîtên hewayî yên bêmirov dema ji bo keşfê difirin bi qasî 6 hezar dolaran benzînê dişewitînin. Dema maliyeta navenda rêveberina wan jî dikeve ser maliyeta wan bi qasî ya F-16’an e. Her fuzeyeke SÎHA’yê ya MAM-L jî bi 40 hezar dolarî ye.

HELÎKOPTERÊN KOBRA: Helîkopterên Kobra fira wan a saetekê bi qasî 6 hezar dolaran e.

DI ÊRÎŞA 4 SAETAN DE 20 MILYON DOLAR

Ji du hefteyan zêdetir e bi êrîşên hewayî, keşf û tevgera leşkerî li ser Avaşîn, Zap û Metînayê didome. Ji bo hesapkirina vê maliyetê mirov dikare li êrîşa çar saetan a di Kanûna 2007’an de binihêre. Di Kanûna 2007’an de jî êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû kirin. Wê demê hikumeta AKP’ê bi xwe diyar kiribû ku bi 52 F-16 û F-4 û topan bi qasî 4 saetan êrîş kiribûn û maliyeta wê bi qasî 20 milyon dolar e. Ev fatûraya giran a êrîşî kete ser milê aboriya Tirkiyeyê.

DEYNÊ DERVE ZÊDE DIKE

Fatûreya şer û leçûnên leşkerî ji budçeyên perwerdehî, tendirustî, ragihandin û enerjiyê tê birîn. Fatûreya bi navê ‘lêçûnên parastinê’ rêjeya wê li gorî ya nav welatên NATO û di nav welatên gelekî zêde ye. Li Tirkiyeyê ferqa di navbera qezenca mirovan û leçûnên leşkerî zêde dibe.

Li gorî aborînasan derdora ji sedî 20-30’ê deynê derve ji ber lêçûnên parastinê ye. Dema mirov li daneyên Wezareta Xezîne û Maliyeyê ya Tirk dinihêre jî mirov dibîne deynê derve û lêçûnên ji ber parastinê li gorî hev zêde bûne.

Pispor diyar dikin zêdebûna ji sedî 1 a lêçûnên leşkerî ji sedî 0.6 deynê derve zêde dike û geşbûna aboriyê jî ji sedî 0.1 biçûk dike. Her vebêrhenana leşkerî ya desthilatdariya AKP û MHP’ê, her wesayîta hewayî ya diçe Herêmên Parastinê yên Medyayê, her fuzeya ku diavêjin çiyayên Kurdistanê, aboriya Tirkiyeyê biçûktir dike û deynê derve jî zêdetir dike.