Îşkenceya li zarokên Roboskê di rojeva Meclîsê de ye

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, îşkenceya li zarokên Roboskê xist rojeva Meclîsê û pirsa "Ji ber kîjan pêkanîn an jî fermanê, ev yek bê ceza dimîne" li hikûmetê kir.

Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz, îşkenceya li zarokên Roboskê xist rojeva Meclîsê û pirsa "Ji ber kîjan pêkanîn an jî fermanê, ev yek bê ceza dimîne" li hikûmetê kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, der barê zarokên li Roboskê hatin binçavkirin û di binê çavan de li îşkenceya leşkeran rast hatin de, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Karên Hundir Sebahattîn Ozturk kir.

Sariyildiz di pêşniyar pirsê de bibîr xist ku li gundê Roboskê di 29'ê Hezîrana 2015'an de gel nerazîbûn nîşanî veguhastina leşkerî daye, lê leşkeran bi fîşekên rastî bersiv dane gel û ev guleyê ji aliyê leşkeran ve li derdorê hatin reşandin, li malan, wesayîtan ketin û 4 hêstir qetil kirin.

Sariyildiz anî ziman ku 4 zarokên li nava gund ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin, di 01.07.2015'an de piştî îfadeya li Dozgeriya Qilabanê hatine berdan, lê belê ji wêneyên zarokan ên di çapemeniyê de hatin weşandin tê dîtin ku li ser bedena zarokan şopa lêdanê hene.

Sariyildiz ji Wezîr Ozturk xwest bersiva van pirsan bide:

"Der heqê leşkerên tê gotin îşkence li zarokan kirine, ti lêpirsîn hatiye destpêkirin? Ji bo lêkolînkirina îdîayan mufetîş hatiye wezîfedarkirin? Ji ber îşkenceyê ji nava hêzên ewlekariyê ti kes ji wezîfeyê hatiye girtin?

Ji bo sererastkirina rewşa tenduristiya fîzîkî û derûnî ya zarokên mexdûrên îşkenceyê, ti karekî hûn dikin heye? Îşkenceyên bi vî rengî li gorî kîjan pêkanîn an jî fermanê, bê ceza tên hiştin?

Di 13 salên hikûmeta we de li Şirnexê çend bûyerên îşkenceyê yên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine kirin, qewimîne? Di nava van de der heqê çend ji endamên hêzên ewlekariyê lêpirsîn hatiye meşandin? Çend ji endamên hêzên ewlekariyê ji wezîfeyê hatine girtin?"