Insiyatîfa Zarokên Agir gelek kargeh û wesayîtên faşîstan şewitandin

Insiyatîfa Zarokên Agir li 4 bajaran gelek kargeh û wesayîtên faşîstan şewitandin.

Insiyatîfa Zarokên Agir kargeh û wesayîtên AKP-MHP’ yên li Stenbol, Edîrne, Tekîrdag, Bûrsayê şewitandin.

Bi daxuyaniyekî nivîskî di derbarê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn:

“ Di 17’ê Gulanê de li Arnavutkoya Stenbolê Kargeha Gold Plastîk a AKP’yiyan û 3 kargehên li keleka wê hatin şewitandin.

Di 12’ê Gulanê de li navçeya Keşan a Edîrneyê Santrala Biyokutle Enerjî hat şewitandin.

Di 16’ê Gulanê de li Sanayîya Edîrneyê mîksera betonê hat şewitandin.

Di 15’ê Gulanê de li Bûrsayê embara daran a endamê MHP’ê hate şewitandin.

Di 16’ê Gulanê de li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê wesayîta bi plaqeya 34 FV 3183 a endamê AKP’ê hat şewitandin.”