Însiyatîfa Rojnamegerên Ewropayê roja Rojnamgeriya Kurd pîroz kir

Însiyatîfa Rojnamegerên Ewropayê roja Rojnamgeriya Kurd pîroz kir

Însiyatîfa Rojnamegerên Kurd yên Ewropayê, 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd pîroz kir û herwiha banga tevlibûna konferansa ku dê di 18’ê Gulanê de pêk bînin kir.

Însiyatîfa Rojnamegerên Kurd a Ewopayê bi wesîleya Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê hate diyar kirin k udi serî de roja hemû rojnamegerÊn di girtîgehan de û hemû kedkarÊn çapemeniyê pîroz dikin.  Her wiha hate destnîşan kirin ku 115 sal berê di 22’ê Nîsanê de  rojnamegeriya kurd destpêkiriye û heta roja me ya îro hatiye.

Însiyatîfê destnîşan kir ku dê di 18’ê Gulanê de li Bruksela Belçîkayê konferansekê pêk bînin û wiha hate gotin: “Em bi vê konferansê hedef bikin ku avabûneke saziyê ya ku rojnamgerên kurd ên Ewropayê temsîl dike ava bikin û li servê jî hevkarî û têkiliya çapemeniya navnetewî bi çapemeniya kurd re pêşve bibin. Emê gelek kêfxwe bibin ku hevalên xwe yên di saziyên çapemeniyê de dixebitin di konferansa xwe de bibînin.”