ÎHD’ê, pirsgirêkên penaberan û pêşniyarên çareseriyê weşand
ÎHD’ê diyar kir ku ji bo pirsgirêkên penaberan pêkanînên hiqûqî kêm dimînin, li Tirkiyeyê 2 mîlyon penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û pêşniyarên xwe bi rêz kir.
ÎHD’ê diyar kir ku ji bo pirsgirêkên penaberan pêkanînên hiqûqî kêm dimînin, li Tirkiyeyê 2 mîlyon penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û pêşniyarên xwe bi rêz kir.
ÎHD’ê diyar kir ku ji bo pirsgirêkên penaberan pêkanînên hiqûqî kêm dimînin, li Tirkiyeyê 2 mîlyon penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî hene û pêşniyarên xwe bi rêz kir.
Koma Xebatê û Komîsyona Mafê Mirovan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), têkildarî 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand pirsgirêkên penaberan ên neçar man ji ber şer, pevçûn û zextan malên xwe terk bikin û diyar kir ku pêkanînên hiqûqî kêm dimînin. ÎHD’ê da xuyakirin ku dîwarên ewlekariyê, têlên sînoran, karesatên keştiyan dibin sedema trajediya mirovatiyê.
JIYANA WAN DI BIN TEHDÎDE YE
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li cîhanê bi mîlyonan penaber ji pêdiviyên sereke mehrûm tên hiştin, bi taybet mafên penaberên zarok, jin û LGBTÎ’yî di bin tehdîde ye.
HEJMARA PENABERAN
Di daxuyaniyê de têkildarî hejmara penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê qeydkirîne de agahî hatin parvekirin û hat gotin ku li gorî daneyên fermî hejmara penaberên li Tirkiyeyê mîlyonek û 800 hezar e, li gorî daneyên ne fermî jî 2 mîlyon e. Têkildarî penaberên Sûriyeyê de av agahî hatin dayîn:
“260 hezar penaber li 10 bajarên weke Hatay, Kilis, Riha, Dîlok, Mereş, Osmaniye, Semsûr, Edene, Mêrdîn û Antalyayê li kampan e û yên din jî di serî de li Riha, Stenbol, Dîlok, Kilîs, Hatay û hemû bajarên din belav bûne. Ji bilî vê komê bi deh hezaran Êzidiyên ji êrîşên DAIŞ’ê reviyane û deh hezaran Tirkmen, Asûrî, Suryanî, Kurd û Erebên ji Iraqê hatine jî li Tirkiyeyê bicih bûne. Penaberên ji Afganîstan, Îran û Afrîkayê hatine jî 100 hezar derbas kirine.”
HIKÛMET TEDBÎRÊ NAGIRE
Di berdewamiya daxuyaniyê de balkişand ser karasetên di encama qulipîna keştiyên di avên Tirkiyeyê de yên diçûn Ewropayê û wiha hate gotin: “Hikûmet bi taybet di vê mijarê de ti tedbîrî nagire.”
Hat destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê destûr nayê dayîn ku Saziyên Civaka Sîvîl û partiyên sivîl 25 kampên AFAD’ê yên ku penaberên Sûriyeyê lê dimînin, ziyaret bikin û hat destnîşankirin ku ev rewşeke gelek xerabe û wiha hat gotin: “Di nav de kesên ku dixwazin wek penaber li Tirkiyeyê bijîn jî hene, ji bo bên dersînorkirin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve biryara şopandina îdarî tê girtin û bi mehan di bin çavan de tên hiştin. Cihên ku lê tên girtin jî navendên binçavkirinê yên ku mafên mirovan lê tine ne tên girtin. Ev navend li 13 bajarî hene û kapasîteya wan hezar û 740 kesî digire, ji aliyê peywirdarê midûriyeta emniyetê ve tê birêvebirin.
PÊŞNIYAR
ÎHD’ê daxwaz kir ku projeyeke hevpar a bi Saziyên Civaka Sîvîl re bê avakirin û ev pêşniyar kirin:
“Divê navendên ku kes tên girtin demildest şer û mercên wan bên rast kirin û divê ev rêveberiya şaş dewrî îdareya koçberiyê bê kirin.
Divê kampên AFAD’ê yên penaberên Sûriyeyê lê dimînin, dewrî îdareya Koçberiyê bê kirin û ji kontrola Saziya Civaka Sîvîl re vekirî bê hiştin.
Divê Tirkiye bi penaberan re jiyanê bizane û di vê esasê de gotinên nefretê bên qedexekirin û demildest sûcên nefretê sererast bike.
Muaîfiyeta vîzeyê ya di navbera Tirkiye û YE’yê hatiye îmzekirin û peyman vegerê ya qebûlkirinê li ber çavan bê girtin, Tirkiye di aliyê penaberan de wek welatê depo neyê qebûlkirin. Li ser vî esasî YE divê berpirsyariyên xwe nede ser Tirkiyeyê.”